The Fox and the Hound
| The Fox and the Hound | |
|---|---|
| The Fox and the Hound | |
| Derhêner | Ted Berman, Richard Rich, Art Stevens |
| Çêker | |
| Senaryo | |
| Muzîk |
|
| Derhênêrê dîmenê | |
| Çêkirin | |
| Çapkirin |
|
| Dom/Mawe | 83 deqîqe |
| Welat | Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê |
| Ziman | Zimanê inglîzî |
| Derameta nesafî | 63.456.988 Dolara DYAyê[1] |
| biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre | |
The Fox and the Hound fîlmekî anîmasyonî yê di sala 1981ê de ji aliyê Ted Berman, Richard Rich û Art Stevens ve hatiye hênandin ku di fîlmê de lîstikvanên wekê Mickey Rooney, Kurt Russell, Pearl Bailey, Jack Albertson, Sandy Duncan, Jeanette Nolan, Pat Buttram, John Fiedler, John McIntire, Dick Bakalyan, Paul Winchell, Keith Mitchell û Corey Feldman rol wergirtine. Di fîlmê de dema ku ew li dijî hestên xwe yên derketî û têgihîştina ku ew ji bo dijminan hatine afirandin têdikoşin, çîroka dostaniya neçaverêkirî ya di navbera rovîyekî sor ê bi navê Tod û seyekê kûçikekî bi navê Copper de vedibêje.
Bi taybetî Mitchell û Feldman dengdana Young Tod û Young Copper dane. Muzîka enstrumanî ya fîlmê ji aliyê Buddy Baker ve hatiye çêkirin û derhênerîkirin û Walter Sheets jî orkestrasyona fîlmê çêkiriye.
Walt Disney Productions cara yekem mafên fîlmçêkirinê ji bo romana Daniel P. Mannix di sala 1967an de bi dest dixe lêbelê despêkirina fîlmê heta bihara 1977an pêk nehatibû. Ev beşdariya dawî ya endamên mayî yên Disney's Nine Old Men nîşan daye ku Frank Thomas û Ollie Johnston jî di nav de bûn. Her çiqas wan di pêşveçûna destpêkê ya fîlm de rol girtibin jî, di dawiyê de piştî teqawidbûna anîmatorên kevin, fîlmê radestî nifşekî nû yê anîmator dikin. Ji ber vê yekê ev yekem fîlm bû ku ji bo derhênerên pêşerojê ku di nav wan de Tim Burton, Brad Bird, û John Lasseter jî hebûn ku derhêneriya fîlmê kirine. Di dema hilberînê de, ji ber çûyîna ji nişka ve ya Don Bluth û tîma wî ya anîmator, weşandina fîlmê ji şeş meh zêdetir hatibû derengxistin. Fikarên din li ser awayê birêvebirina dîmenê ku tê de trên li Chief dikeve, ku di destpêkê de hatibû plankirin ku bibe sedema mirina wî, hatin zêdekirin. Piştî nîqaşkirina li ser birêvebirina dîmenê, çêkerên fîlmê biryar didin ku mirinê veguherînin birînek nekujer ku tê de ew tenê lingê xwe dişkîne.
Fîlm di 10ê tîrmeha sala 1981an de ji aliyê Buena Vista Distribution ve li sînemayan hatiye weşandin. Fîlm serkevtineke darayî bidest dixe ku 39.9 milyon dolar li welêt qezenc dike û ji rexnegiran nirxandinên tevlihev werdigire. Fîlm ji bo sê xelatan dibe berbijêr ku yek ji van her sê xelatan, xelateke werdigire. Fîlm di dema weşana xwe de, fîlma anîmasyonî ya herî biha bû ku heta niha hatiye hilberandin ku ji bo çêkirina fîlmê 12 milyon dolar hatiye xerckirin. Fîlm di 25ê adara sala 1988an de ji nû ve li sînemayan hate weşandin. Fîlmek din a piştî wê, The Fox and the Hound 2, di 12ê kanûna pêşîn a sala 2006an de rasterast wekê DVD hatibû weşandin.[2]
Dûblajvanên fîlmê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Mickey Rooney bi navê Tod
- Kurt Russell bi navê Copper
- Pearl Bailey bi navê Big Mama
- Jack Albertson bi navê Amos Slade
- Sandy Duncan bi navê Vixey
- Jeanette Nolan bi navê Widow Tweed
- Pat Buttram bi navê Chief
- John Fiedler bi navê The Porcupine
- John McIntire bi navê The Badger
- Dick Bakalyan bi navê Dinky
- Paul Winchell bi navê Boomer
- Keith Mitchell bi navê Young Tod
- Corey Feldman bi navê Young Copper
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "The Fox and the Hound (1981)". Box Office Mojo. Roja gihiştinê 20 îlon 2008.
- ^ "Fox and the Hound, The (film) - D23". D23 (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 22 tîrmeh 2025.