The Sharezoor

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

The Sharezoor navê ferhenga kurdî (Soranî)- İngilîzî ye ku ji aliyê Şefîq Qezzaz (Shafiq Qazzaz) ve hatiye nivîsandin. Navê ferhengê ji navê bajarê Kurd Şarezor hatiye wergirtin.

Mezintirîn ferhenga soranî-inglîzî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ferhengî Şarezor Kurdî-Îngilîzî (The Sharezoor Kurdish-English Dictionary) mezintirîn ferhenga kurdî-îngilîzî ye ku ta niha heye. Ev ferheng ji alî wezîrê karûbarên mirovanî yê Başûrê Kurdistanê Dr. Şefîq Qezaz (Shafiq Qazzaz) ve hatiye danîn û sala 2000ê li Hewlêrê ji weşanxaneya Aras belav bûye.

Qezaz ji salên 1960î ta derketina wê li ser vê ferhenga 600-rûpelî xebitiye.

Pergala ferhengê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pergala ferhengê wa ye ku peyvên serekî li gor alfabeya kurdî-erebî hatine rêzkirin û di bin wan de hemû bêje û biwêjên têkildarî wan hatine dan. Her peyva serekî herwa bi alfabeya kurdî-latînî jî hatiye nivîsîn.

Nirxandin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Gelek sedem hene bêt gotin ku ev baştirîn ferhenga zimanê kurdî ye ku li ber destê xwendevanan e. Lê kêmasiyên wê jî pirr in. Ferheng tenê zaravaya soranî ji xwe re bingeh girtiye. Tevî ku hin peyvên kurmancî hatine dan jî, ew pirr kêm in û li ser bikaranîna wan jî daner zêde ranewestiye. Herwa eger heman peyvê di soranî de wateyek û di zaravayek din yê kurdî de maneyek dî hebe, tenê wateya soranî hatiye dan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]