Threads

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Threads
RewşÇalak e
Pergala xebitandinêIOS, Android
Ziman30 ziman
CureTora civakî
Malperhttps://threads.net/

Threads, toreke medyaya civakî ye ku karûbarê tora civakî ye ku wekî Instagram û Facebookê yek ji platformên pargîdaniya amerîkî ya Meta Platforms-ê ye. Piştî despêkirina platformê, Threads di nav rojekê de gihîştiye 55 milyon bikarhênerên tomarkirî. Platform wekê heman platforma mîkroblog a Twitterê bi heman rengî dixebite ku bikarhêner dikarin nivîs, wêne û vîdyoyan parvebikin, bersivê bidin û peyaman ji bikarhênerên din re bişînin. Sepan niha li ser iOS û Androidê heye ku bikarhêner dikarin daxînin û bikaranînin.

Threads bi Instagramê re dixebite ku bikarhênerên Instagramê bêyî afirandina profîlek nû dikarin ji Instagramê rasterast derbasî Threadsê bibin.[1] Piştî kirîna Twitterê ji hêla Elon Musk ve, xebatkarên Meta di destpêkê de li ser derxistina Instagram Notesê ku taybetmendiyek li ser nivîsê ya Instagramê ye nîqaş kirin. Xebatkaran her weha li ser afirandina sepanek cuda û serbixwe ya li ser nivîsê nîqaş kirin ku rê li ber Threadsê vekir. Xebatên li ser Threadsê di çileya sala 2023an de dest pê kir ku di wê demê di di navbera xebatkaran de de wekî "Proje 92" hatiye binavkirin. Agahiyên di derbarê Threadsê de di adara sala 2023an de hate belavkirin û The Verge hûrguliyên civînek navxweyî ya pargîdaniyê di hezîrana sala 2023an de weşand. Di tîrmehê de hûrguliyên di derbarê Threadsê de derketin holê ku li pêy wê beriya danasîna di 6ê tîrmehê de sepan di 3ê tîrmehê de ser App Store a Apple hatiye weşandin.

Threads bi fermî di 5ê tîrmeha sala 2023an de li 100 welatan ku di nav de Dewletên Yekbûyî, Keyaniya Yekbûyî, Awistralya, Zelanda Nû, Kanada û Japon heye hate destpêkirin.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Elon Musk di di cotmeha sala 2022an de Twîtterê sitend û bi guhertinên polîtîkayên Twîtterê dibe sedema gelek nîqaş kirinan. Ev guhertinan polîtîkayên Twîtterê gelek bikarhênerên Twîtterê teşwîq kir ku li karûbarên mîkroblog ên alternatîf ên mîna Mastodon, Tumblr û Hive Social bigerin ku ev her sê platform bi mezinbûna bilez a bikarhêner re rû bi rû dimîne. Di mijdara sala 2022an de xebatkarên Meta bi afirandina alternatîfek nû ya Twitterê xebitîn ku alternatîvek ji bo Twîtterê derxin holê. Xebatkaran li ser Instagram Notes taybetmendiyek bingehîn a nivîsê ye ku ji bo Instagramê hatibû çêkirin bizivirînin sepanek cûda.[2]

Pêşkevtina li ser Threadsê di çileya sala 2023an de dest pê kir. Moneycontrol di meha sdarê de agahdarî di derheqê sepanê de di bin koda "P92" de werdigire.[3] Di hezîrana sala 2023an de, The Verge hûrguliyên civînek pargîdaniya navxweyî ya li Meta Platformê weşand ku li ser "Proje 92" nîqaş dike ku ji hêla berpirsiyarê hilberê Meta Platformê Chris Cox ve wekî "bersiva Twitterê" ya pargîdaniyê hate binav kirin. Hate ragihandin ku pargîdanî berê weşana sepanê bi kesên navdarên wekî DJ Slime ku sepanê bikarbîne lihevhatin e û bi kesên wekê Oprah Winfrey û Dalai Lama re ji bo bikaranîna sepanê di nav danûstandinan de bûne.[4]

Zêdetir hûrguliyên di derbarê Instagram Threads de di tîrmeha sala 2023an de derketin holê ku pêşdebir Alessandro Paluzzi tweet parvekir ku "Proje 92" li ser Play Storê wekî Threads hatiye weşandin. Threads piştî çend demjimêran hate hilanîn lê Paluzzi çend dîmenên taybetmendiyên sepanê parvekir.[5] Di 3ê tîrmehê de Threads li ser App Stora Applê bi weşandina dîroka 6ê tîrmeha sala 2023an tê weşandin li ser App Storê hate weşandin. Threads di 5 û 6 tîrmeha sala 2023an li 100 welatên cihanê bi 31 zimanan bi awayekî fermî li ser pergalên xebatandinên iOS û Androidê hatiye weşandin.[6][7][8]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Isaac, Mike (5 tîrmeh 2023). "Threads, Instagram's 'Twitter Killer,' Has Arrived". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.
  2. ^ "Twitter's Rivals, Including Meta, Try to Capitalize on Musk-Induced Chaos - The New York Times". web.archive.org. 6 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  3. ^ "Exclusive: Meta mulls a Twitter competitor codenamed 'P92' that will be interoperable with Mastodon". web.archive.org. 16 hezîran 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 16 hezîran 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Instagram's upcoming Twitter competitor shown in leaked screenshots - The Verge". web.archive.org. 6 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 6 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ Davis, Wes (1 tîrmeh 2023). "Instagram's Twitter competitor, Threads, briefly showed up on Google Play". The Verge (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.
  6. ^ "Meta delays EU launch of Twitter rival Threads amid uncertainty over personal data use | Social media | The Guardian". web.archive.org. 5 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  7. ^ "Meta launches Twitter rival Threads in 100 countries | Meta | The Guardian". web.archive.org. 5 tîrmeh 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 5 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  8. ^ "‎Threads, an Instagram app". App Store (bi îngilîziya amerîkî). 6 tîrmeh 2023. Roja gihiştinê 7 tîrmeh 2023.