Tihtavik

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Tihtavik (mentha aquatica), cureyek ji pûjanê ye

Tihtavik (mentha aquatica) wekî nane, mîntavik ûêd cureyek ji pûjanê ye. Pûjan navê koma vê riwekê ye ku ji famîleya gezika derewîn e. Bi almanî ji vê cureyê re Wasserminze dibêjin.

Ji vê pûjanê re pûjana aviyan jî dibêjin lê ji xwe navê wê di wateya "tixên tayî yên li axa avî hêşîn dibin" e. Tix herwiha ji darikên hevrêsîn, honandinê re jî dibêjin. Dibe ku eslê vê peyvê tixtavî be. Li Kurdistanê jî gelek e, lê bêhtir li Ewropayê tê dîtin.