Tiyana pelikzêrê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Tiyana pelikzêrê, taweya pelikzêrê xwarineke parêzê ye. Ji masiya pelikzêrê (dorade) didin ser. Navê vê masiyê yê latînî Sparus aurata ye.

Deryaya Navîn welatê vê masiyê ye. Li herêmên kurdan ên xwe digihînin Deryaya Navîn (bo mînak herêmên dîrokî yên êla Sînemiliyan), kurdan gelek taweyên vê masiyê dizanibûne. Lê îro masiyên pirr tên xwarin, masîmûsa, stawrîd (tarxur), lûfer (masiya şîn), masîpank (masîperk),moron, kîlke, (gurmasiya pelikperçîn, Moronidae), zîperdasî (Scomber scombrus), masîton (orkînos, Scombridae) ûêd in.

Bertevî (melzemeyên tên tevlîkirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1,5-2 kg pelikzêr
  • 2 pelên defneyê (qar, Laurus nobilis)
  • 5-6 dd (dendik) sîr
  • 1 îsot
  • 3-4 pelên merzekewê
  • Bo binê tiyanê kaxeza nahê le xwarin pê bigire
  • 6 hebikên îsota reş
  • 1 SA (stekana-qedeha avê) şeraba spî
  • 1 KÇ (kevçiyê çayê) rûnê ron
  • Xwê (solin)
  • 1/2 baq bexdenûs

Amadekirin[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Masiyê pakij bişon, navrankî (goşekî) ser re bi kêrê jêbikin. Bo her xêzikê du dendik sîr, du hebikên îsota reş û îsota bi zoravkî hatiye jêkirin veqetînin û di xêzikê de bidin bicihkirin. Ango bikin nava xêzîkê.

Tebsiya xwe bi rûn bikin, pelên defneyê û pîvaza bi xelekî hatiye hûrkirin rabixînin. Masiyê bidin ser û şereba spî, xwê û bulyona masiyê ya di nava avê de hatiye helandin tevlî bikin.

Devê mersefa xwe bi kaxezê bigirin, di germiya 200 oileyê de bi qasî 40 deqe bipijînin. Merzekewê pê werbikin û servîs bikin.