Tolik bi sîr û goştê kişandî
Xuyakirin
Tolik bi sîr û goştê kişandî, avsîra tolikê ya berfiratiyan hêyavkeke pêjgeha kurd e ku bi tolik (pincar)ê didin ser. Heger ava wê zêde û sebzeyên wê li makîneyê hatibe xistin, mirov dikare vê xwarinê bike bin kategoriya şorbeyan jî. Ji xwe li hin deveran bo şorbeyê peyva avsîr tê bikaranîn.
Berkelî (melzemeyê xwarinê)
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- 100 gr goştê kişandî
- 500 gr tolik (pincar)
- 4 dd (dendik) sîr
- 1 KX merge
- 2 SA (stekana-qedeha avê) av
- 2 KX riz (birinc)
- 1/2 baq pûjan (tihtavik, nane)
- 2 KX (kevçiyê xwarinê) ava lîmonê
- 1 KX rûnê nivîşkî
- 1 serî pîvaz
- 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)
Ravek
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Tolikê pakij bişon lewra beho û bakterî jî jê hezdikin. Pîvaza hûrkirî û goştê kişandî di nava rûn de biqijilînin. Tolikê jî berdin navê, tev bidin, avê bikin ser.
Tolik nermijî bûn birincê tevlî bikin. Birinc jî keliya, sîrê bi xwê bikutin û bi tevî ava lîmonê berdin nava xwarinê. Du kelan pê bînin û ji ser agir daynin. Bi germî bê servîskirin baştir e.
Ev gotara têkildarî pêjgeha kurdî şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |