Tomara reçelek
Tomara reçelek an jî tomara dûndeyî (bi înglîzî:pedigree chart) hêlkariyekê taybet e ji bo çavderîkirina sîfetek diyarkirî an jî nexweşiyek bomaweyî di dirêjiya çendin nifşên xêzanek de.[1]
Tomara reçelek, di xêzanek (malbat) de, ji bavanan ber bi weçeyan, rêbaza guhaztina sîfetek bomaweyî rava dike. Bomawezaniya mirov de, ji bo şopandina bomaweya sifetên taybet an jî bo nexweşiyên bomaweyî tomara reçelek tê bikaranîn. Bi bikaranîna tomara reçelekê, di weçeyê de egera çêbûna bomawebabet û rûxsarebabetek taybet dikare were hesabkirin.[2]
Herwisa ji bo şecereya (binemal) ajalên wek hesp, kûçik (se) hvd jî tomara reçelek tê bikaranîn.[3]
Di tomara reçelek de hin nîşanên (hêma) taybet tên bikaranîn.
Di hêlkariya tomara reçelekê de, hêmaya xelek (bazin), zayenda mêyê, hêmaya çargoşe jî zayenda nêrê destnişan dike.
Heke xelek vala be ango nava xelekê nehatibe reşkirin, ev xelek ji bo mêya ko allela diyarkirî lixwe nagire, tê bikaranîn. Ango heke navenda xelekê nehatibe reşkirin, ew mê allela diyarkirî an jî nexweşiya ko tê lêkolînkirin di rûxsarebabeta xwe de nîşan nade. Ji wê mêyê re tê gotin mêya asa an jî mêya sax.
Heke nava xelekê bi nîvî hatibe reşkirin, ev hêma nîşana mêya hilgir e. Ango mê allela diyarkirî an jî nexweşiya diyarkirî lixwe digire. Lê ji ber ko ev allel bezîw e, bomawebabeta mêyê ji bo wê sîfetê dureg e,û sîfet di rûxsarebabeta mê yê de xuya nabe, mê wekî mêya asa xuya dibe. Eger heye ko mêya hilgir ew allela bezîw a sedema nexweşiyek an jî taybetmendiyek bomaweyî, biguhazîne weçeyên xwe. Di rewşek wiha de, dibe ko ji mêyek hilgir a sax, weçeyên hilgir an jî heke allel li ser kromozoma X-ê be, kurên nexweş peyda bibin.
Xeleka nava wê bi tevahî hatiyê reşkirin, wekî mêya tûşbûyî an jî mêya nexweş tê navkirin. Ango allela ko tê lêkolînkirin li ser kromozomên mê yê de cih digirin bandora allelan rûxsarebabetê de xuya dibe. Ango heke allela tê lêkolînkirin, allelek nexweşiyê be, vê gavê nexweşî di mêya tûşbûyî de peyda dibe, û mê jî wekî mêya nexweş tê navkirin.
Di tomara reçeleka xêzanê de endamên nêr jî bi heman awayê tên polenkirin.
Çargoşeya vala ya nehatiye reşkirin, wekî nêrê asa an jî nêrê sax tê navkirin. Nêrê asa allela ko tê lêkolînkirin lixwe nagire.
Çargoşeya bi nîvekî hatiye reşkirin nîşana nêrê hilgir e. Nêrê hilgir, allela diyarkirî an jî allela nexweşiyê lixwe digire lê di rûxsarebabetê de nade xuyakirin. Loma nerê hilgir ji bo wê nexweşiyê sax e. Dibe ko allela nexweşiyê ji nêrê hilgir biguhaze weçeyan.
Çargoşeya hundirê wê bi tevahî hatiye reşkirin, wekî nêrê tûşbûyî an jî nêrê nexweş tê navkirin. Bandora allela tê lêkolînkirin, di rûxsarebabeta nêrê nexweş de xuya dibe.
Hêla asoyî ya nêrê bi mêyê ve girê dide, wekî hêla hevsergîrî tê navkirin. Hêla ko ji hêla hevsergîriyê ber bi weçeyan ve dirêj dibe, wekî hêla çêbûna weçeyan tê navkirin.[4]
Di tomara reçelekê de nifşên xêzanê bi jimarên romê wekî I,II,III,IV û hvd tên nîşankirin.[5]
-
Nexweşî an jî neasyîbûnên bi kromozoma Y-yê ve girêdayî, tenê bandor li ser nêrên wê xêzanê dike. Heke bav tûşbûyî be, hemû kur jî tûşê heman allelê dibin û di rûxsarebabata xwe de nîşan dikin.
-
Nexweşî an jî neasayîbûnên mîtokondriyî ji dayik diguhaze weçeyan.Heke dayik tûşbûyî be(nexweş be) hemû weçe jî tûşbûyî dibin. Ji ber ko zîgot tenê mîtokondriyên dayikê lixwe digire, nexeşî an jî neasayîbûn ji bavên tûşbûyî naguhaze weçeyan.
-
Heke nexweşî an jî neasayîbûn bi allela bezîw a ser kromozomê laşî be,di rûxsarebabata bavan de xuya nabe.Heke herdu bavan jî hilgir bin, allela bezîw di weçêyan de xuya dibe.Di nexweşiyên bezîw ên kromozoma laşî de, tûşbûna weçeyên nêr û mê bi heman egerê rû dide.
-
Allela zal a nexweşî û neasayîbûnê ya li ser kromozomê laşî, ji bavanê tûşbûyî diguhaze hemû nifşan. Heke bavanek (mê an jî nêr) tûşbûyî be, hemû weçe jî tûşbûyî dibin. Ji ber ko allel li ser kromozomê laşî ye, egera tûşbûyîna nêr û meyan heman e.
-
Nexweşiyên ji ber allela bezîw a bi kromozoma X-ê ve girêdayî, li gor mêyan hê pirtir tûşê nêran dibe. Dibe ko dayika kurên tûşbûyî sax be. Heke bav tûşbûyî be, hemû keç jî tûşbûyî dibin, lê kur sax dimînin. Heke herdu bavan jî tûşbûyî bin an jî bav tûşbûyî lê dayik hilgir be, keçên hilgir û tûşbûyî çêdibin. Di vê nexweşiyê de tenê mê hilgir in, ango dibe ko di xêzanê de mêyên hilgir, nexweş an jî sax were dîtin. Nêrên xêzanê ji bo vê nexweşiyê an bi rûxsara sax, an jî bi rûxsara nexweş in. Nêr hilgir nabin. Allela nexweşiyê ji nêrê(bav) derbasê weçeyan nabe, tenê ji mêyê diguhaze bo weçeyan.
-
Nexweşî an jî neasayîbûnên bi allela zal a bi kromozoma X-ê ve girêdayî de, heke bav (nêr) tûşbûyî be hemû keç jî tûşbûyî dibin,kur sax dimînin. Heke dayik (mê) tûşbûyî be bi egera %50 yê weçeyên xwe tûşî nexweşiyê dike.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Postlethwait, J. H., & Hopson, J. L. (2006). Modern Biology. NY, United states: Holt Rinehart & Winston.
- ^ Campbell, N. A., & Reece, J. B. (2008). Biology (8th ed.). San Francisco, CA: Benjamin-Cummings Publishing Company.
- ^ Britannica, The Editors of Encyclopaedia. "pedigree". Encyclopedia Britannica, 18 Sep. 2018,[1]. Accessed 18 February 2023.
- ^ Solomon, E., Martin, C., Martin, D., & Berg, L. (2015).Biology. Stamford: Cengage Learning.
- ^ Brooker, R., Widmaier, E., Graham, L., & Stiling, P. (2017). Biology (4th ed.).