Totem

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Peyva Totem ji zimanê Algonkin ku zimanê qewmeke li başûrê Kanada dijîn in tê. Di zimanê Algonkin de wateya wê xizmatî, birêvebirina malbatê û hêza ku mirov diparêze ye. Wekî paşnavan e ku îro mirov bikartînin. Çawa di jiyana nûjen de mirov bi paşnava xwe tê nasîn, niştecihên berê yê parzemîna Emerîka, Îndîaniyan û xwediyên parzemîna Awûstûralya Aborjînan jî bi totemên xwe didane naskirin. Her berekê xwedî paşnavek an totemek bûn. Ev ya sîmbola parçeyek ji cîhana kûvî bû, an ajalek, an jî ruhê lehengeke wan bû.

Her mirovek ji dayîk bûnê dibû xwedî totemek. Diviyabû mirov rêz ji wan re hebûya. Heger totem ajalek e, di xela û birçîbunên herî mezin de jî diviyabû mirov ew nexwara. Kê rêz ji toteman re nebû bi cezayên giran dihatin cezakirin û bi pirranî jî ceza mirin bû. Mirovek diviyabû him ji totemê bera diya xwe û him jî ji yê bera bavê xwe re rêz bigirta. Lê pirranî yek ji yê din birêztir dihate pejirandrin. Li navenda Afrîka pirranî totemê rêztir ya bera dê bû.