Ubuntu
Ubuntu reşaneyeke (dîstrîbusyoneke) Linuxê ye. Ubuntu bi sponsoriya şîrketa Canonical Ltd (Xwediyê wê Mark Shuttleworth e) ve tê birêxistin. Portala wergerandinê Rosetta jî girêdayî wê ye.
Ubuntu bi GNOME dimeşe, lê guhertoyên Ubuntu ji bo KDE (Kubuntu) û XFCE (Xubuntu) jî hene.
Ubuntu bi zimanê zûlû yê Afrîkaya Başûr tê wateya “ez, ji ber ku tu tu yî, ez im”. Sazkirina Ubuntuyê gelekî hêsan e. Ubuntu Debianê ji xwe re wekî bingeh distîne û xebatên wê ji aliyê Canonical Ltd. ve tên meşandin. Ubuntu, ji her 6 mehan carekê guhertoyeke nû derdixe û 18 mehan piştgiriyê dide guhertoyan.
Ubuntu, bi sazbûna xwe ya hêsan, ji SuSe Linux, Mandrake Linux û Fedora Coreyê çêtir tê hesibandin. (Sazkirina wê tenê tikandina “enter”ê ye.)
Piştî sazkirinê heke ji malpera http://www.ubuntuguide.org'ê bête şopandin; hemû bernameyên ku bi bingeha Javayê dixebitin, taybetiyên Mozilla Firefoxê yên wekî temaşekirina videoyên bi codec'ên Windows Media Player, bernameyên p2p yên wekî limewire û emule dê peyda bibin.
Guhertoya Ubuntuyê ya 6.06 (Dapper) bi Gnome 2.14 û OpenOfficeyê 2.0.2 tê. Taybetiyeke din a Ubuntuyê ew e ku Ubuntu ji bo kamerayên digital automount bi kar tîne û piraniya kamerayên digital dema ku bi komputerê ve bên girêdan, li ser masê dîska xwe didin nîşandan û ji bo xebatê amade ne.
Ji ber ku Ubuntu, hemû taybetiyên Microsoft Windowsê (yên baş) li dû sazkirineke ku 20-30 deqîqe dem digire, tîne ber destan, di demeke kin de kete nava Linux'ên herî navdar.
Ji ber ku Ubuntu wekî pergala pakêtan APT’eya (Advanced Package Tool) Debianê bi kar tîne, piştî firehkirina repertuarê ji bo bikaranîna nêzî 150 hezar bernameyan destûrê dide. Ji malpera Ubuntuyê ya fermî CD'yên sazkirinê (install) û CD'yên zindî (live) bê pere û bê sînor tên belavkirin û heta ber deriyê mirov ji mirov re tên şandin.
Kurdîkirina Ubuntuyê[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ubuntu Linux/GNU ji aliyê Koma Pc Kurdê ve tê wergerandin.
Ji bo kurdan girîngiya Ubuntu[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji bo kurdan heta niha ji %100 Pergaleke Xebatê bi kurdî nîn e. Cara yekem Ubuntu 6.06 zimanê kurdî li xiste nav lîsteya xwe. Ji ber ku tê zanîn piraniya kurdan Windowsê bi kar tînin û taybetiyên baş ên Windowsê li ser Ubuntu jî hene, ev taybetî ji bo kurdan gelekî girîng e.
Saziyên kurdan ên ku kar û barê weşana kurdî dikin bi Ubuntuyê hêsaniya karê xwe gelekî pêşde dixin. Ji ber ku bi riya Ubuntu OpenOffice.Org jî tê. Bernameyên nivîsê, yên hesab, yên xêzkirinê û gelek ên din li ser Ubuntu hem bi kurdî ne, hem jî kontrola rastnivîsa kurdî dike.
Guherto[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ubuntu ji her 6 mehan carekê guhertoyekê derdixe. Hejmara guhertoyê li gor sal û meha weşanê ye. Mînak Ubuntu 4.10 di sala 2004 meha 10an de hatiye pêşkêşkirin.
Guherto | Dîroka derxistinê | Navê kod |
---|---|---|
4.10 | 20ê çiriya pêşîn a 2004an | Warty Warthog |
5.04 | 8ê nîsanê 2005an | Hoary Hedgehog |
5.10 | 13ê çiriya pêşîn a 2005an | Breezy Badger |
6.06 | 1ê hezîranê 2006an | Dapper Drake |
6.10 | 26ê çiriya pêşîn a 2006an | Edgy Eft |
7.04 | 19ê nîsanê 2007an | Feisty Fawn |
7.10 | 18ê çiriya pêşîn a 2007an | Gutsy Gibbon |
8.04 | 24ê nîsanê 2008an | Hardy Heron |
8.10 | 30ê çiriya pêşîn a 2008an | Intrepid Ibex |
9.04 | 23ê nîsanê 2009an | Jaunty Jackalope |
9.10 | 29ê çiriya pêşîn a 2009an | Karmic Koala |
10.04 LTS | 29ê nîsanê 2010an | Lucid Lynx |
10.10 | 10ê çiriya pêşîn a 2010an | Maverick Meerkat |
11.04 | 28ê nîsanê 2011an | Natty Narwhal |
11.10 | 13ê çiriya pêşîn a 2011an | Oneiric Ocelot |
12.04 LTS | 26ê nîsanê 2012an | Precise Pangolin |
12.10 | 18ê çiriya pêşîn a 2012an | Quantal Quetzal |
13.04 | 25ê nîsanê 2013an | Raring Ringtail |
13.10 | 17ê çiriya pêşîn a 2013an | Saucy Salamander |
14.04 LTS | 17ê nîsanê 2014an | Trusty Tahr |
14.10 | 23ê çiriya pêşîn a 2014an | Utopic Unicorn |
15.04 | 23ê nîsanê 2015an | Vivid Vervet |
15.10 | 22ê çiriya pêşîn a 2015an | Wily Werewolf |
16.04 | 21ê nîsanê 2016an | Xenial Xerus |
16.10 | 13ê çiriya pêşîn a 2016an | Yakkety Yak |
Screenshots[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Binguherto[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Hinek binguhertoyên Ubuntu hene ku vê felsefeyê diparêzin lê li gor daxwazên bikarhêneran hatine amadekikirin. Hin ji van ninguhertoyan,
- Kubuntu, li şûna GNOME sermaseya KDE bi kar tîne
- Edubuntu, bi armanca perwerdeyê
- Xubuntu, guhertaya "sivik" a sermaseya Xfce
Her wisa hinek binguhertoyên ne fermî yên ubuntu jî hene...
- nUbuntu, bi amûrên ewlekariyê hatiye pêçan
- Ubuntu Lite Girêdana arşîvê 15 çiriya paşîn 2006 li ser Wayback Machine, ji bo komputerên lawaz hatiye amadekirin
- zUbuntu, ji bo makîneyên IBM zSeries hatiye amadekirin
- Ebuntu, Enlightenment 0.17 rêveberê paceyê bi kar tîne
- Google Tê gotin ku fîrmaya google bi navê Goobuntu amade kiriye. Li gor daxuyaniyên google ev binguherto ji bo armanceke wan a ku vê binguhertoyê derxin ji dervê şîrketê nîn e.[1][2]
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ↑ "The Register: Google at work on desktop Linux". Roja wergirtinê: 25 nîsan 2006.
- ↑ "Slashdot: Google working on Desktop Linux". Roja wergirtinê: 25 nîsan 2006.
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
- ubuntu-ku.org Girêdana arşîvê 12 kanûna pêşîn 2007 li ser Wayback Machine Ubuntu Linux bi kurdî
- wiki.ubuntu-ku.org Girêdana arşîvê 4 adar 2010 li ser Wayback Machine Wikiya Ubuntu Linux a bi kurdî
- Malpera Ubuntu (en)
- Rosetta Girêdana arşîvê 15 hezîran 2006 li ser Wayback Machine
- Kurdish Ubuntu on the news
- Rêberê Ubuntu-ku Girêdana arşîvê 20 kanûna pêşîn 2008 li ser Wayback Machine