Vedîtina Amerîkayê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Vedîtina Amerîkayê
Beşdar
Pêk tê ji
  • first voyage of Christopher Columbus epico y historico 10/10 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Vedîtina Amerîkayê bi dîtina ewil a parzemîna Amerîkayê ji aliyê deryageriyên ewropî pêk hat.

Her çiqas tê zanîn ku gelê graenlandîngar bi pêskêsiya Leif Eriksson di derdora sala 1000ê de gihîstine Amerîkayê, Krîstophor Kolumbus îro wek vebînerê Amerîkayê tê hesibandin. Sedema vê yekê ev e ku bi vedîtina Karîbîkê ya di 12ê cotmehê 1492ê de parzemîn bi awayeke berfireh hate kesfkirin û bi vê yekê neteweyên ewropî dest bi kolonîzekirina parzemînê kiribûn. Bi vê yekê dîroka mirovahiyê rastî guherandineke bêhempa hat.

Herwiha, li gorî dîroknasan Giovannk Cabota yekemîn ewropî ye ku pê li erda amerîkî kiriye. Li gorî teoriyên din Didrik Pining û João Vaz Corte-Real wek ewropiyên ewil gihîstine wê derê. Di sala 1507ê de Amerîgo Vespuccî ew warê nû wek parzemîneke serbixwe bi nav kir û di heman salê de Martin Waldseemüller navê Amerîkayê li vê parzemînê kir.

Di dîroka cîhanê de mirov cara ewil berî 12000 salan bi Rêya Berîngê ji bakur-rojhilatê Asyayê derbasî Amerîka bûne û li wir jiyane. Nêviyên ew kesan îro wek amerîkiyên resen têne bi nav kirin.