Krîstofor Kolumbus
Krîstofor Kolumbus | |
---|---|
Navê rastî | |
Jidayikbûn | 1451 Genova (Republic of Genoa) |
Mirin | 20 gulan 1506 Valladolid |
Sedema mirinê | Heart failure |
Cihê goristanê | Catedral de Sevilla |
Hevwelatî | Republic of Genoa |
Pîşe | |
Bandorbar |
|
Meqam | |
Hevjîn | |
Partner | |
Zarok | |
Dê û bav | |
Malbat | Columbus Family |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Krîstofor Kolumbus an jî Krîstof Kolomb (bi latînî: Christophorus Columbus, bi genovîzî: Christoffa Corombo, bi îtalî: Cristoforo Colombo, bi portûgalî: Cristóvão Colombo, bi ketelanî: Cristòfor Colom, bi spanî: Cristóbal Colón; *di navbera 25ê çiriya pêşîn û 31ê çiriya pêşîn a 1451ê li Genova; m. 20ê gulana 1506an li Valladolidê, Spanya) yek ji kaşîfên navdar e û ji bo key Ferdinandê Aragonê û keybanû Îsabela Kastîlyayê kaşîfî kiriye. Kolumbus bi keşfkirina parzemînên Amerîkayê tê nasîn.
Jiyana Kolumbus
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ser jiyana wî gelek nayê zanîn. Debavên wî Domenico Colombo û Suzanna Fontanarossa cihûyên spanî-ketelanî ne. Dema 14 salî ye korsanî dike, dû re dikeve rêwîtiyê deryayê, diçe girava yewnanî ya Xiyosê. Di sala 1476an de dema portûgalî li dijî genovayiyan şer dikin Kolumbus alîkariya portugaliyan dike, diçe Lîzbonê, serbajarê Portûgalê. Di sedsala 15-em de Lîzbon navenda giring a bazerganiyê ye û li bajêr gelek keştîvan, stêrnas, erdnîgarînas û zanyarên cuda cuda kom dibin.
Dema Kolumbus 27 salî ye jin tîne. Jina wî, Felipa Perestrello e Moniz, keça malbateke bijarte û giring e, bavê wê kaptanekî navdar e. Piştî zewacê li girava Madeira bi cih dibin.
Di 1484an de Kolumbus ji keyê Portûgalê Joao II re planên xwe yên rêwîtiyê pêşkêş dike, lê key pê bawer nake û naxwaze alîkariya Kolumbusî bike. Di dawiyê de key Ferdinand û keybanû Îsabela (yên Kastîlya û Aragonê) bala xwe didinê û alîkariya wî dikin.
Di 3ê tebaxa 1492an de ji bendera spanî Palosê didin rê: keştiya ku li bin fermandetiya Kolumbus Santa María û du karavelên din ên bi navê Pinta û Niña (Nînya bilêv bikin). Bi tevayî 120 meriv derdikevin vê rêwîtiya pêşîn a ber bi Amerîkayê.
Rêwîtiyên wî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yekem sefera Kolumbus ji 3ê tebaxa 1492an de heya 15ê adara 1493an didome. Ji vê seferê serkeftin çênabe. Di 12ê çiriya pêşîn a 1492an´î de Kolumbus "Cîhana Nû" ango parzemînên Amerîkayê keşfdike. Navê Hindistanê (bi latînî: India) pê vedike. Lewra niha ji niştecihên resen ên vê dinya nû re "îndiyan-hindistanî" tê gotin. Herwekî navê herêmeke federal a DYA jî wisa ye.
Mixabin ev keşfa nû dibe sedem ku gelên "îndiyan" an gelên "çermesor" bên qirrkirin û dîlgirtin. Ewropî piştî ku "Cîhana Nû" tê vedîtin, pêl bi pêl dimeşin parzemînên Amerîkayê û li wir bicihdibin û tevkujiya çermesoran dikin. Keşfa Kolumbus him riya bicihbûna Amerikayê vedike, him jî dawî li şarezayiyên çermesoran tîne. Ewropayî ji bo zêr û dewlemendiyê bi deh milyonan mirovên herêmî dikujin.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- David Crystan (1994). The Cambridge Biographical Encyclopaedia. Cambridge University Press, Cambridge.