Vladimir Bartol
Vladimir Bartol | |
---|---|
![]() | |
Jidayikbûn | 24 sibat 1903 ![]() Trieste (Padişahiya Awistirya-Mecaristanê) ![]() |
Mirin | 12 îlon 1967 ![]() Ljubljana ![]() |
Cihê goristanê | Žale Central Cemetery ![]() |
Hevwelatî | Federal People's Republic of Yugoslavia, Free Territory of Trieste, Keyaniya Îtalyayê, Padişahiya Awistirya-Mecaristanê ![]() |
Perwerde | |
Pîşe | |
Dê û bav | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre![]() |
Vladimir Bartol (z. 24'ê reşemiyê 1903 li Triesteyê - m. 12'ê rezberê 1967 li Ljubljanayê) nivîskarekî slovenî bû û bi pirtûka xwe a romanê Alamut, ku di sala 1938'an de derket, tê naskirin
Kurtejiyan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Bartol di 24'ê reşemiya 1903'an li gundekî nêzîkî bajarê Triesteyê (Slovenya) bi navê San Giovanni weke ê sêyem ji heft zarokan hate dinê. Vladimir Bartol xwendina xwe li Triesteyê destpêkir û li Zanîngeha Ljubljanayê di beşên biyolojî û fîlozofiyê de qedand. Bi taybeti nivîsên Sigmund Freud bala wî dikişînin. Piştî qedandina xwendina xwe di sala 1925'an de, wî di navbera 1933'an û 1934'an li Zanîngeha Sorbonne xwendina xwe berdewam kir. Di navbera salên 1940'î û 1945'an de Bartol li gor daxwiyaniyên di xwejînenîgariya xwe de, li dijî dagirkeriya elmanan têkoşiya. Piştî bidawîhatina Şerê cîhanî yê duyem Bartol di navbera salên 1946'a, û 1956'an de jiyana xwe li Triesteyê berdewam kir. Di sala 1960'î de Bartol bû serokê Yekîtiya Nivîskarên Yûgoslaviyayê û di sala 1967'an de li bajarê Ljubljanayê mir.
Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Lopez (1932, Dram)
- Al Araf (1935, Pirtûka kurteçîroka)
- Alamut (1938, Roman)
- Tržaške humoreske (1957, Pirtûka kurteçîroka)
- Čudež na vasi (1984, Roman)
- Don Lorenzo (1985)
- Med idilo in grozo (1988, Pirtûka kurteçîroka)
- Zakrinkani trubadur (1993)
- Mladost pri Svetem Ivanu (2001, Xwejînenîgarî)