Here naverokê

Wîkîpediya:Statîstîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Li gorî daneyên Wîkîmediyayê ya di meha çiriya pêşîn a sala 2023an de rûpel û gotarên Wîkîpediyaya kurdî yên ku herî zêde dîtin wergirtine.

Ev rûpel amar û statîstîkên Wîkîpediyaya kurdî û Wîkîpediyaya gerdûnî rave dike.

Heta niha li Wîkîpediyaya kurdî 83.813 gotarên bi kurdî hatine nivisandin. Li vir hûn dikarin li statîstîkên herî dawî ya Wîkîpediyaya kurdî binêrin.

Wîkîpediya kurdî ensîklopediyek azad e ku her kesên ku bi kurdî dikarin binivîsin: li gorî polîtîkayên wîkîpediyayê dikarin gotaran li Wîkîpediya kurdî zêde bikin û gotarên heyî berfireh û rojane bikin. Niha bikarhênerên çalak ên Wîkîpediyaya kurdî her roj ji bo Wîkîpediyaya kurdî gotarên nû dinivîsin, naverokên gotarên heyî berfireh dikin û li gorî pêwîstiyan naverokên gotarên heyî rojane dikin. Di nav 30 rojên vê dawiyê de 82 bikarhênerên Wîkîpediyaya kurdî çalak in û niha li gorî hêjmara gotaran Wîkîpediyaya kurdî (kurdiya bakur) di nav Wîkîpediyayên cîhanê de di rêza 82an de ye.

Amar û statîstîk

[çavkaniyê biguhêre]
  • Li jêr çend statîstîkên Wîkîpediyayên kurdî ya rojane hatine diyarkirin.
Wîkîpediyayên kurdî Malper Endamên tomarkirî Rêveber Bikarhênerên çalak Guhertin Gotar
Kurmancî ku.wikipedia.org 72.697 3 rêveber 82 bikarhêner 1.834.985 83.813
Soranî ckb.wikipedia.org 64.498 7 rêveber 164 bikarhêner 1.310.277 71.176
Zazakî/Dimilî diq.wikipedia.org 29.429 3 rêveber 40 bikarhêner 531.829 42.070

Statîstîkên gerdûnî

[çavkaniyê biguhêre]
Tevahî Gotar Hemî rûpel Guhartin Rêveber Bikarhêner Bikarhênerên çalak Dosya
Hemî wîkîyên çalak 63.683.648 265.192.407 3.586.705.649 3508 115.565.450 274.774 2.822.505