Wîkîpediyaya kurdî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wîkîpediya kurdî
Dîtbariya malpera wîkîpediya kurdî

Malper    ku.wikipedia.org
Ziman Kurdî (Kurmancî)
Avabûn 15ê kanûna paşîn, 2001
bi kurdî: 7ê kanûna paşîn, 2004
Xwedî Weqfa Wikimedia
Dirûşm Ensîklopediya azad
biguhêreBelge

Wîkîpedyaya Kurdî, anku Wîkîpediya Kurdî, beşa zimanê kurdî ya projeya Weqfa Wikimedia ye ku bi tîpên latînî di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de hatiye destpêkirin. Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê bikarhênerên dilxwazê Wîkîpediyaya kurdî ve tê nivîsandin û tê berdewam kirin. Wîkîpediyaya kurdî di sala 2024an de di hilbijartina berhemên sed salan de ku ji aliyê Komaleya Mala Kurdan a li Lozanê hatiye lidarxistin yek ji berhemên herî baş ê sedsalê hatiye hilbijartin. Dahênerê yekem ê Wîkîpediya kurdî Erdal Ronahî ye.

Niha çar versiyonên Wîkîpediyayên kurdî hene ku bi kurdiya kurmancî (kurdiya bi giştî bi tîpên latînî tê nivîsandin), soranî, zazakî û kelhûrî di weşanê de ne.

Li Wîkîpediyaya kurdî heta niha 1.627.702 guhertin pêk hatine û 75.415 gotar hatine nivîsandin. Li Wîkîpediya soranî 54.182 gotar û li Wîkîpediya zazakî 41.814 gotar hatine nivîsandin.[1]

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Weqfa Wîkîmediyayê di 7ê kanûna paşîn a sala 2004an de dest bi weşandina Wîkîpediyaya kurdî kir. Wîkîpediya kurdî di destpêkê de ji her sê zimanên kurdî kurmancî, zazakî û soranî dest pêdike lê ji ber zehmetiyên teknîkî û zimanî û fikra berdewam kirina pirzimanî di bin yek guhertoyek de biser neket û di 12ê tebaxê de ji bo kurdiya soranî (bi koda zimanî ya "ckb") guhertoyeke nû hatiye pêşniyarkirin. Wîkîpediya kurdiya kurmancî ji ber ku kurmancî zimanê kurdî ya yekem a Wîkîpediyayê ye koda zimanî ya "ku" ji bo gotarên ku bi taybetî bi kurmancî û bi tîpên latînî hatine nivîsandin werdigire. Ji bo ku sîstem bê meşandin di 28ê kanûna pêşîn a sala 2007an de, Wîkîpediyaya kurdiya soranî li Wîkîpediyayê hatiye zêdekirin.

Daxuyaniya Wîkîpediyayê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 2020an de piştî ku Wîkîpediya kurdî gehişte hêjmara 30.000 gotaran, malperên medyaya civakiyên fermî ya Wîkîpediyayê di 9ê tebaxa 2020an de ji bo alikariya Wîkîpediya kurdî du bangawaziyên kurt parve kir.

Wîkîpediya, li ser malpera xwe ya Twitterê ya fermî ji bo bikarhênerên Wîkîpediya kurdî daxuyaniya xwe de wiha ragihand, got:[2]

Herçend zimanê kurdî li çend welatan were qedexekirin jî, lê dilxwazên dilsoz ên Wîkîpediya kurdî bi awayekî veşartî dixebitin ku vî zimanî li ser Wîkîpediyayê zindî bihêlin. Bi xebatên wan, zêdetirî 30.000 gotarên Wîkîpediya Kurdî hene! Fêrî hinek peyvên bi kurdî bibin.

100 berhemên kurdî yên sedsalê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediyaya kurdî ji aliyê Komaleyê Çand û Perwerdeyê ya MALA KURDAN bi sponsoriya Şaredariya Lozanê di nav berhemên herî navdarên ya sed salê de hate hilbijartin. Nameyek pîrozbahiyê ji aliyê komeleyê ve ji bo wîkîpediya kurdî û ji bo edîtorên wîkîpediyayê kurdî hate şandin. Di name ya komaleyê de wiha hatiye nivîsandin:

"Birêz wikipediyakurdi, Di sedsaliya Peymana Lozanê de, projeya bi navê “100 berhemên kurdî ya navdar ên di 100 salan de." ji aliyê Komeleya Çand û Perwerde ya MALA KURDAN bi piştgiriya aborî ya Şaredariya Lozanê hatiye lidarxistin. Di vê warî de, em bi rûmet in ji bo ku xebat/serkevtina we di nav vê lîsteya sed berhemên hêja yê sedsalê de cih girtiye, nameya pîrozbahiyê ji we re bişînin. Em we ji ber serkevtinên we yên hêja pîroz dikin û silavên xwe yên dilpak pêşkêş dikin û silavên herî baş ji we re, Komeleya Çand û Perwerdehiyê ya MALA KURDAN.

Kronolojî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wîkîpediya kurdî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 7ê kanuna paşîna 2004: Wîkîpediya kurdî hate destpêkirin.
  • 13ê îlona 2004: Wîkîpediya kurdî gihîşte hezar gotaran
  • 18ê îlona 2007: 10.000 gotar hatibûn nivîsandin.
  • 19ê tebaxa 2013: 20.000 gotar hatibûn nivîsandin.
  • 9ê tîrmeha 2020: 30.000 gotar hatibûn nivîsandin.
  • 27ê tîrmeha 2021: 40.000 gotar hatibûn nivîsandin.
  • 27ê tebaxa 2021: 50.000 gotar hatibûn nivîsandin.
  • 16ê îlona 2023: 60.000 gotar hatine nivîsandin.
  • 19 çiriya paşina 2023: 70.000 gotar hatine nivîsandin.

Statîstîk[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Statîstîkên rojaneyên wîkîpediyayên kurdî.

Wîkîpediyayên kurdî Malper Endamên tomarkirî Rêveber Bikarhênerên çalak Guhertin Gotar
Kurmancî ku.wikipedia.org 66.004 3 rêveber 98 bikarhêner 1.627.702 75.415
Soranî ckb.wikipedia.org 61.559 8 rêveber 154 bikarhêner 1.198.129 54.182
Zazakî/Dimilî diq.wikipedia.org 28.347 3 rêveber 33 bikarhêner 527.441 41.814

Galerî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Wîkîpediya:Ziman". Wîkîpediya. 29 çiriya pêşîn 2023.
  2. ^ "Malpera wîkîpediyayê ya fermî".

Mijarên têkildar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]