Walesa Başûr a Nû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Walesa Başûr a Nû ( bi inglîzî New South Wales, bi kurtasî NSW) dewleteke li perava rojhilatê Awistralyayê ye.Ew li bakur bi Queensland, li başûr bi Victoria û li rojava bi Awistralyaya Başûr re sînor dike.Beravên wê li rojhilat bi Deryaya Mircanê û Deryaya Tasmanê re sînordar e. Herêma Paytextê ya Awistralyayê û Herêma Kendavî ya Jervisê di hundurê dewletê de dorpêçkirî ne.Paytexta eyaleta Walesa Başûrê Nû Sîdney e ku di heman demê de bajarê herî gerxêl ê Awistralyayê ye. Di kanûna pêşîn a 2021an de, gelheya Walesa Başûr a Nû ji 8 mîlyonî zêdetir bû, ku ew dike dewleta herî gerxêl a Awistralyayê û nêzîkî gelheya eyaletê, 5.3 mîlyon, li devera mezin a Sîdneyê dijîn.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "3218.0 – Regional Population Growth, Australia, 2016–17: Main Features". Australian Bureau of Statistics (bi îngilîzî). 24 nîsan 2018. Ji orîjînalê di 13 çiriya pêşîn 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 8 nîsan 2023.