Gotûbêj:Walesa Başûr a Nû

Naverokên rûpelê bi zimanên din nayê destekkirin.
Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Agahîdank û werger[çavkaniyê biguhêre]

Silav hevalno @MikaelF , @Penaber49 , @Bikarhêner , @Xwedêda . Ez nizanim kîjan Agahîdank (Infobox) rast e . Gelo hûn dikarin Agahîdanka rast tomar bikin? Mixabin ji bo hin peyvan ez navên fermî yên kurdî nizanim û çavkaniyên min bi kurdî tune ne.

Min ji bo wan peyvên Australian Capital Territory / Avustralya Başkent Bölgesi û Jervis Bay Territory / Jervis Bay Toprağı wisa bi kurdî Herêma Paytexta Awistralyayê û Xakê Jervis Bayê nivîsî. Avestaboy (gotûbêj) 09:41, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

@Avestaboy: Tercimeya rast ya îfadeya "Australian Capital Territory" dibe "Herêma Paytextê ya Awistralyayê" an "Erdên Paytextî ya Awistralî".
Ya din jî bi soranî gotine "ناوچەی کەنداوی جێرڤیس" (Nawçeyi Kendawî Cêrvîs, "navçe"ya bi soranî bi maneya "herêm" li kar e). Di îngilîzî de jî "Bay" tê maneya "kendav". Ya din jî dibe "Herêma Kendavî ya Jervisê". Lê bi wergera rasterast "Territory" wek "Erd" tê tercimekirin. Yanî tercimeya vî wek "Erdê Kendavî ya Jervisê" jî qebûl e. -- Bikarhêner (gotûbêj) 12:23, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Êvar baş @Bikarhêner . Min wê aniha sererast kir. Min ji bo Coral Sea Deryaya Mircanê û ji bo Tasman Sea re Deryaya Tasmanê nivîsandi bû . Gelo ew wergeran rastin ? Silav û rêz Avestaboy (gotûbêj) 16:36, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
"Coral Sea" wekî "Behra Mircanî" (an versiyona wek "Deryaya Mercanê") an "Deryaya Koral" dikare were tercimekirin. Bi soranî ji bo vê gotine "bi soranî: ده‌ریای کۆراڵ" (Deryayî Korall). "Tasman Sea" jî wekî "Behra Tasmanê" an "Deryaya Tasmanê" tercime dibe. Bi soranî ji bo vê gotine "bi soranî: دەریای تاسمان" (Deryayî Tasman). -- Bikarhêner (gotûbêj) 18:45, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Walesa Başûr[çavkaniyê biguhêre]

Walesa Başûrê Nû?? Walesa Başûr a Nû? Wergera navê inglîzî bo kurdî ji min re hindek sosret tê... MikaelF (gotûbêj) 10:19, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]

Roj baş hevalê @MikaelF . Tu çawanî ? Gumanên min jî hebûn . Ez difikrim ku Walesa Başûr a Nû rast e . Avestaboy (gotûbêj) 10:50, 9 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]
Silav @Bikarhêner tu çawa lî vê mîjarê difîkîrî ? Avestaboy (gotûbêj) 09:42, 10 nîsan 2023 (UTC)[bersiv bide]