Wang Xianliang

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Wang Xianliang
Navê rastî
王献良
Jidayikbûn1ê gulana 1957an(1957-05-01)
Jianli County, Jingzhou, Hubei, Çîn
Mirin26ê kanûna paşîn a 2020an (62 salî)
Wuhan, Hubei, Çîn
Sedema mirinêCOVID-19
DestûrnameZanîngeha Mamosteyan a Wuhanê
PîşeSiyasetmedar, rayedarê Hikûmeta Çînê,
Rêvebirê Komîteya Karûbarên Dînî Etnîk ya Wuhanê
Xebat29ê sibatê a 2012an – Nîsana 2017an
Partiya SiyasîPartiya Komunîst a Çînê
biguhêreBelge

Wang Xianliang (bi çînî: 王献良; pinyin: Wáng Xiànliáng; adara 1957an – 26ê çileya 2020an) siyasetmedar û rayedarê çînî bû ku wekî serokê buroya Komîteya Karûbarên Dînî Etnîk ya Wuhanê kar dikir.

Jiyana wî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Wang Xianliang li hêrema Jianli ya Hubei, Çînê ji dayîk bû. Ew li Dibistana Normal ya Hubei Shanyangê (Hubei Shayang Normal School) û Zanîngeha Mamosteyan a Wuhanê xwend di 1976an de. Piştî mezûn bû, ew li Dibistana Normal ya Shayangê û li Buroya Perwerdeyê ya Herêma Jingzhouyê xebitî. Ew neqlê Zanîngeha Perwerdeyê ya Hubeiyê bû di 1988an de û li pey hev wek wekîlê rêvebir, rêvebir û rêvebirê Ofîsa Dekanê xizmet kir. Di 1999 de, ew wekî cîgirê rêveberê Buroya Karûbarên Sivîl a Wuhanê kar kir.

Di 29ê sibata 2012an de, dii civîneke Komîteya Daîmî ya 13em a Kongreya Xelkên Bajara Wuhanê de biryara çendîn tayîn û jikarderxistinan hate girtin, ku di van tayînan de Wang Xianliang li wezîfeya rêvebiriya Komîteya Karûbarên Dînî û Etnîk ya Wuhanê hate tayînkirin. Komîteya Karûbarên Dînî û Etnîk bi çendîn problemên wek îsraf û zêdexerciya malên xelkê, bikaranîna wesayîtên yekeyên karsaziyê di îxlala heşt rêziknameyên Komîteya Navendî de rû bi rû bûye. Ji wê demê pê ve, ew ji bo pênc salan di wê pozîsyonê de ma heya nîsana 2017an, piştre di medyayê de wek serokê buroyê yê bi dereceya Komîteya Klana Patriyarkal a Welatiyên Wuhanê dest bi nûçegihaniyê kir.

Di sibata 2017 de, Wang Xianliang ji aliyê Komistona Teftîşa Disiplînê ya Wuhanê ve ji bo problemên mental a îxlala heşt rêziknameyên yekeyê de hate agahdarkirin. Piştî nîsana 2017an, ew wek rêvebir xizmet nekir, lê hê jî statuya wî ya Karûbarên Etnîk û Dînî ya Şaredariya Wuhanê lê ma.[1]

Wang di 62 saliya xwe de ji ber COVID-19ê wefat kir di 26ê çileya 2020an de.[2] Li gor Ajansa Nûçeyan a Çînî Caixin, ew yekem karbidestê hikûmetê ye ku ji ber enfeksiyonê mir.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Wang Xianliang, former director of Wuhan civil lineage Committee, died of new coronavirus infection". JQKNews (bi îngilîzî). 27 kanûna paşîn 2020. Ji orîjînalê di 6 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 6 çiriya paşîn 2020. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 21 adar 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  2. ^ Strong, Matthew (27 kanûna paşîn 2020). "Wuhan government official dies in China coronavirus outbreak". Taiwan News (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2020. {{cite news}}: |archive-date= / |archive-url= li hev nayê; 28 kanûna paşîn 2020 tê pêşniyazkirin (alîkarî)
  3. ^ Law, Elizabeth (28 kanûna paşîn 2020). "Wuhan virus: Chinese Premier visits ground zero of virus outbreak". The Straits Times (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 5 çiriya paşîn 2020 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 5 çiriya paşîn 2020.