Here naverokê

Warşova

Warşova
Warszawa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
  • Bajar
  • Paytext
Warszawa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Warşova li ser nexşeyê
Map
Warşova li ser nexşeya Polonya nîşan dide
Warşova
Warşova
Koordînat: 52°13′48″Bk 21°0′40″Rh / 52.23000°Bk 21.01111°Rh / 52.23000; 21.01111
ParzemînEwropa Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
DewletPolonya, General Government, Komara Polonî ya Duyem, Kingdom of Poland, Împeratoriya Rûsî, Duchy of Warsaw, Keyaniya Prûsyayê, Polish–Lithuanian Commonwealth, Keyaniya Polonyayê, Kingdom of Poland, Kingdom of Poland Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Li beşa îdarî
  • Masovian Voivodeship (1999–)
  • Warsaw Voivodeship (1975–1998)
  • Congress Poland (1815–1917)
  • Polish People's Republic (1944–1945)
  • General Government (1939–1944)
  • Warszawa Land (1526–1795)
  • Warsaw Voivodeship (1919–1939)
  • Warsaw Voivodeship (1945–1975)
  • Duchy of Warsaw (1807–1815) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Paytexta
  • Polonya (1596–)
  • Masovian Voivodeship
  • Polish–Lithuanian Commonwealth (1595–1795)
  • Komara Polonî ya Duyem
  • Polish People's Republic
  • Congress Poland
  • Polish National Government
  • Varshavskij County
  • Kingdom of Poland
  • Warsaw Voivodeship (1945–1975)
  • Warsaw Voivodeship (1919–1939)
  • Duchy of Warsaw (1807–1815)
  • Warszawa Land (–1795) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Îdarî
 • ŞaredarRafał Trzaskowski (2018–) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Qada rûerdê
 • Giştî517 km2 (200 sq mi)
Bilindahî
118 m (387 ft)
Nifûs
1.860.281 (2021) Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Dem
Koda telefonê22 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Plakaya erebeyêWA, WB, WD, WE, WF, WH, WI, WJ, WK, WN, WT, WU, WW...A/C/E/X/Y, WW...F/G/H/J/W, WW...K/L/M/N/P/R/S/U/V, WX...Y, WX, WY Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Malperum.warszawa.pl/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Warşova (bi polonî: Warszawa) paytext û bajarê herî mezin ê Polonyayê ye ku metropol li ser peravê Çemê Vîstulayê li rojhilata navendî Polonyayê radiweste. Nifûsa bajêr bi fermî 1,86 milyon niştecih e ku di nav deverek metropolek mezin a bi 3,1 milyon niştecihê bajêr dibe 6em bajarê herî qerebalix ê Yekîtiya Ewropayê.[1] Qada bajêr 517 km² ye û bajêr ji 18 navçeyan pêk tê ku qada metropolê 100 km² rûerd werdigire.[2] Warşova bajarekî cîhanî yê alfayê ye ku navendek girîng a çandî, siyasî û aborî û rêvebiriyê ye.

Warşova dîroka xwe ji bajarokek masîgiran a piçûk ê bi navê Masovia werdigire ku li ser berdewamiya vê bajarokê hatiye pêşveketin. Dema ku Sigismund III biryar da ku paytexta Polonya û dadgeha xwe ya keyaniyê ji Kraków bar bike, bajêr di dawiya sedsala 16an de dest bi geşedaniyê kir. Warşova heta sala 1795an wekî paytexta defakto ya Hevbendiya Polonî-Lîtvanya paytextî dike û piştre jî wekî rêveberiya Dukaya Warşovayê ya Napoleon xizmet dike. Sedsala 19an û Şoreşa wê ya Pîşesaziyê geşbûnek demografîk anî ku bajêr dibe yek ji bajarên herî mezin û herî qerebalixê li Ewropayê. Bajêr di wê demê de bi mîmarî û bulvarên xwe yên berbiçav dihate zanîn. Warşova di destpêka Şerê Cîhanê yê Duyem de di sala 1939an de hate bombe kirin û dorpêç kirin.[3] Di şer de piraniya bajarê dîrokî hat wêrankirin. Nifûsa cihêreng a bajêr û avahiyên dîrokî di dema serhildanên Serhildana Getoyê ya 1943an û Serhildana Giştî ya Warşovayê bi awayekî sîstematîk hate tine kirin.

Veguhastina bajêr ya derve bi balafirgeha navneteweyî ya Balefirgeha Warsaw Khopîn û bi balefirgeha piçûktir a Balefirgeha Warsaw Modlînê tê pêkanîn. Karûbarên veguhestina gelemperiya sereke yên ku li bajêr dixebitin Metroya Warşovayê, otobus, veguhastina rêhesinî û torgilokek tramvayê ya berfireh e. Bajar navendek girîng a lêkolîn û pêşkevtin, derxistina pêvajoyek karsaziyê û peydakirina teknolojiya agahdariyê ye. Borsaya Varşovayê li Ewropaya Navîn û Ewropaya Rojhilat borsaya herî mezin û girîng e.[4][5] Frontex, Ajansa Yekîtiya Ewropî ji bo ewlehiya sînorên derve û ODIHR ku yek ji saziyên sereke yên Rêxistina Ewlekarî û Hevkariyê li Ewropayê ye ku navenda wan li Warşovayê ye. Ji sala 2022an ve Warşova xwediyê yek ji herî qada avahiyên bilindên li Ewropayê ye ku Varso Place bi bilindahiya 310 mêrte avahiya herî bilind ê Yekîtiya Ewropayê ye.

Bajêr li zanîngehên navdar ên wekî Zanîngeha Warşovayê, Zanîngeha Teknolojiyê ya Warşovayê, Dibistana Aborî ya SGH Warşovayê, Zanîngeha Khopîn a Muzîkê û Zanîngeha Kozmînskiyê hene. Di heman demê de bajêr xwedî Akademiya Zanistên Polonî, Orkestraya Neteweyî ya Filarmonîk, Muzeya Neteweyî, Galeriya Hunerê ya Zakhętayê û Şanoya Mezin a Warşovayê ya herî mezin a cîhanê ye.[6] Bajarê Kevin ji nû ve hatiye çêkirin ku nimûneyên hema hema her şêwazê mîmarî û serdema dîrokî ya Ewropî temsîl dike ku di sala 1980an de wekî Mîrateya Cîhanî hate tomar kirin. Balkêşên mîmarî yên din Keleha Qral, Stûna Sigismund, Qesra Wilanów, Qesra li Giravê, Katedrala St. Zoo Warşovayê di nav baxçeyên zoolojî yên herî mezin û herî serdankirî yên welêt de ye. Bajar xwedî hunerên pêşkevtî û dîmenên klûbê, xwaringehên gourmet û qadên kesk ên mezin ên bajarî ye ku li dora bajêr qadake çaryek ji qada bajêr ji aliyê parkan (seyrangeh) ve hatiye dorpêçkirin.[7][8] Di werzîşê de bajêr wekî mala klûba futbolê ya jorîn Lîga Warşovayê, Maratona Warşovayê û stadyuma futbolê ya neteweyî ya Polonya Stadion Narodowy ve tê zanîn.

Navê Varşovayê bi zimanê polonî Warszawa ye. Dibe ku rastnivîsên din ên berê ya navê bajêr ev bi polonî in: Warszewa, Warszowa, Worszewa yan jî Werszewa. Koka rastîn a nav ne diyar e û bi tevahî nehatiye tespîtkirin.[9] Navê bajêr a niha bi koka xwe ji navê rûniştgeheke masîgiran a piçûkê ku li peravên Çemê Vîstulayê hatiye avakirin. Li gorê teoriyeke Warszawa tê wateya "Warsz" ku Warsz formek kurtkirî ya navê polonî ya nêr Warcisław e ku ji hêla etîmolojîk ve bi Wrocław ve girêdayî ye. Lêbelê dawiya-awa ji bo bajarekî mezin ne asayî ye; navên bajarên polonî yên ku ji navên kesane hatine wergirtin bi gelemperî bi -ów/owo/ew/ewo (mînak Piotrków, Adamów) diqedin.[10]

Etîmolojiya gelêrî navê bajêr bi Wars û Sawa ve girê dide. Li gel van etîmîlojiyan çend guhertoyên efsaneyê hene. Li gorî yek versiyonek, Sawa keçderyayeke bû ku li Çemê Vistulayê dijî ku masîgir Wara jê hez kiriye.[11]

Niştecihên yekem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Yekem niştecihên kelehî yên li cîhê Warşovaya îro li Bródno (sedsala 9an/10an) û li Jazdówê (sedsala 12-an/13-an) jiyan kirine. Piştî ku Jazdów ji hêla qebîle û dukên nêzîk ve hate desteser kirin, li cîhê gundek masîgiran a piçûk a bi navê "Warszowa" rûniştgehek nû ya kelehî hate hatiye avakirin. Mîrê Płock, Bolesław II yê Masovya, bajarê nûjen li dor salên 1300an de ava kir û yekem belgeya dîrokî ku hebûna kastêlekê piştrast dike di sala 1313an de ye.[12] Bi temam bûna Katedrala St John di 1390an de, Warşova dibe yek ji cihê rêveberiya Dukaya Masoviayê û di sala 1413an de bi fermî dibe paytexta Dukaya Masoviayê.[13] Piştre aborî bi giranî li ser pîşekarî yan yekê bazirganiyê sekinî û di wê demê de li bajêr bi qasî 4.500 mirov lê jiyan kirine.

Di sedsala 15an de nifûsa bajêr ji cihên xwe koç bûn û li derveyî dîwarê bajarê bakur belav dibin ku navçeyek xweser a nû yê bi navê Bajarê Nû hatiye avakirin. Niştecihên kevnar ên heyî di dawiyê de wekî Bajarê Kevin hate binavkirin. Her du wargeh xwediyê peymana bajêr û meclîsên serbixwe bûn. Armanca avakirina navçeyek cuda ew bû ku kesên dahatî an kesên nexwestî yên nû ku destûr nedane ku li Bajarê Kevin bi cih bibin, nemaze ji bo cihûyan hatiye avakirin. Cudahiyên civakî û darayî di navbera çînên her du deveran de di sala 1525an de bû sedema serhildanek piçûk. Piştî mirina ji nişka ve ya Janusz III û winda bûna xeta dukaya herêmî, Masoviya di sala 1526an de bi Keyitiya Polonyayê de hate girêdan. Bona Sforza ku jina Sigismund I ya Polonyayê ye bi jehrîkirina dûkê hate tawanbar kirin ku desthilatdariya Polonya li ser Warşovayê biparêze.[14][15]

Di sala 1529an de Warşova ji bo cara yekem dibe cihê rêveberiya General Sejmek û rêvebiriyê ji sala 1569an ve bi awayekî domdarî birêve dibe.[13] Zêdebûna girîngiya bajêr teşwîq dike ku avakirina komek nû ya berevaniyê ku di nav de nîşangeha Barbîkan heye ava bike. Mîmarên navdar ên îtalî anîn Warşovayê ku Keleha Qral, kolan û sûkê ji nû ve bisewirînin û di encamê de awayê îtalî ya destpêkê ya Bajarê Kevin derketin holê. Di 1573an de bajêr Konfederasyona Warşovayê hate binavkirin ku bi fermî azadiya dînî ya li Hevbendiya Polonî-Lîtvanî saz kir.[13]

Serweriya Augustus II û Augustus III ji bo Varşovayê ku bajêr veguherî bajarekî kapîtalîst, ji bo bajêr dema pêşketinek mezin bû. Ji bo ku bajar bi şêwazek mîna Dresdenê ji nû ve ava bê avakirin, Padîşahên Sakson gelek mîmar, peykervan û endezyarên alman li bajêr da xebatê. Di sala 1727an vekirina Baxçeyê Saxon a li Warşovayê, vekirina yekem parka gelemperî hate pîrozkirin.[16] Pirtûkxaneya Załuski ku yekem pirtûkxaneya giştî ya polonî û ya herî mezin di wê demê de, di 1747an de hate avakirin.[17] Stanisław II Augustus ku hundurê Keleha Qraliyetê ji nû ve guherand, Warşovayê jî dike navendek çand û hunerê.[18][19] Wî Parka Baths Royal berfireh kir û ferman da avakirina û nûvekirina gelek qesr, avahî û avahiyên bi xemilandinên dewlemend. Ji ber vê yekê Warşovayê paşnavê Parîsa Bakur wergirt.[20]

Warşova heta sala 1795an dema ku di dabeşkirina sêyem û dawîn a Polonyayê ji hêla Padîşahiya Prûsya ve hate girêdan, wekî paytexta Polonî-Lîtvanî ma.[21] Piştre bajêr dibe paytexta parêzgeha Prusyaya Başûr. Di vê demê de, Louis XVIII ya Fransî sirgûniya xwe li Warşovayê bi nasnavê Comte de Lille derbas kir.

Şerê Cîhanê ya Duyem

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Piştî ku di 1ê îlona sala 1939an de di 1ê îlona 1939an de êrîşa Almanyayê ya Polonyayê Şerê Cîhanê yê Duyem dest pê kir û Warşova heta 27ê îlonê hat parastin. Polonyaya Navîn ku di nav de Warşova jî heye ket bin serweriya hikumeta giştî ku rêveberiyek kolonyal a Naziyên Almanî bû. Hemî saziyên xwendina bilind hatin girtin û tevahiya nifûsa cihû ya Warşovayê ku ji çend sed hezar kesan pêk dihatin ku ji sedî 30% yê nifûsa ji bajêr pêk dianîn ber bi Getoya Warşovayê ve hatin şandin.[22] Di tîrmeha sala 1942an de, cihûyên Getoya Warşovayê bi girseyî sirgûnê kampên tinekirinê yên Aktion Reinhard, bi taybetî sirgûnê kampa Treblinka hatin kirin.[22] Bajar dibe navenda berxwedana bajaran a li dijî desthilatdariya Naziyan a li Ewropaya dagirkirî.[23] Dema ku fermana tinekirina getoyê wekî beşek ji "Çareseriya Dawî" ya Hîtler di 19ê avrêla sala 1943an de hat, şervanên cihû Serhildana Getoya Warşovayê dane destpêkirin.[24] Tevî ku bi giranî ji çekan û jimara wan zêdetir bû jî, geto hema hema mehekê li ber xwe da.[24] Dema ku şer bi dawî bû, hema hema hemû kesên sax hatin qetilkirin, bi tenê çend kesan karî birevin an xwe veşêrin ji kuştinan xilas dibin.[24][25]

Di tîrmeha sala 1944an de, Artêşa Sor di nav axa Polonî de cih girt û Naziyan ber bi Warşovayê ve dişopandin. Hikûmeta Polonya ya sirgûnkirî ya li Londonê ferman da Artêşa Navxweyî ya jêrzemînî (AK) ku berî ku Artêşa Sor bigîhijin bajêr, kontrola Warşovayê hildin destê xwe. Bi vî awayî, di 1ê tebaxa sala 1944an de, dema ku Artêşa Sor nêzîkî bajêr dibe serhildana Warşovayê dest pê kir.[26] Şerê çekdarî ku hatibû plankirin 48 saetan bidome, bi qismî serkevtî dibe û 63 roj berdewam kir. Di dawiyê de, şervanên Artêşa Navxwe û sivîlên ku alîkariya wan dikirin, neçar man ku teslîm bibin.[26] Artêş hatin veguhestin bo kampên çekdaran li Almanyayê û tevahiya xelkê sivîl jê bajêr hatin derxistin.[26] Kuştina sivîlên polonî di navbera 150.000 û 200.000 kesan tê texmîn kirin.

Adolf Hîtler guh neda şertên lihevkirî yên kapîtulasyonê, ferman da ku tevahiya bajêr bi erdê re were yek kirin û pirtûkxane û koleksiyonên muzexaneyê bibin Almanyayê yan jî werin şewitandin.[26] Abîdeyên û avahiyên hikûmetê ji aliyê leşkerên taybet ên alman ên bi navê Verbrennungs-und Vernichtung Kommando ("Desteyên Şewitandin û Wêrankirinê") ve hatin teqandin.[26] Nêzîkî 85% ji bajêr hate hilweşandin ku di nav wan de Bajarê Kevin ê dîrokî û Kela Qral jî hebû.[27]

Di 17ê çileya sala 1945an, piştî destpêkirina Êrîşa Vistula-Oder a Artêşa Sor leşkerên Sovyetê û leşkerên Polonî yên Artêşa Yekemîn a Polonî ketin wêraniyên Warşovayê û taxên Warşovayê ji dagirkeriya ji artêşa Hîtler rizgar kirin.[28] Ji ber ku hêzên Hîtler li pozîsyonek rojava kom bûn, bajêr bi lez ji hêla Artêşa Sovyetê ve hate girtin ku Artêşa Sovyetê bi lez ber bi Lodźê ve çû.

Salên 1945–1989

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di sala 1945an de piştî ku bombebaran, serhildan, şer û hilweşandin bi dawî bû, piraniya Warşova wêran bû. Qada getoya berê bi erdê ve hatiye hilweşandin, bi tenê qadeke mezinê kavilan mabû. Wêranbûna mezin dibe sedema veguheztina demkî ya hikûmeta nû û karbidestên wê ji bo Lodźê ku dibe rêberiya veguhêz a desthilatê. Lêbelê carek dîsa Warşova bi fermî rola xwe ya wekî paytexta Polonya û navenda jiyana siyasî û aborî ya welêt dest pê kir.

Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, kampanyaya "Bricks for Warsaw" hate destpêkirin û projeyên xaniyên prefabrîkî yên mezin li Warşovayê hatin çêkirin ku pirsgirêka stargehê ya mezin çareser bike. Avahiyên apartmanan ên bi şêwazê Plattenbau wekî çareseriyek hate dîtin ku ji pirsgirêka berê ya Warşovayê dûr bixin û zêdetir qadên kesk çêbikin. Hinek avahiyên ji sedsala 19an ên ku bi rengek maqûl ji nû ve hatiye çêkirin li piyan mane lê ev avahî di salên 1950 û 1960an de dîsa jî hatine hilweşandin.[29][30] Sîstema bajarvaniyê ya herêma Śródmieście (navendî) bi tevahî ji nû ve hate guherandin; kolanên berê yên kevirîn hatine asfalt kirin û ji bo bikaranîna trafîkê bi girîngî hatin firehkirin. Gelek kolanên navdar ên wekî Gęsia, Nalewki û Wielka di encama van guhertinan de winda bûn û hinek jî ji ber avakirina Plac Defilad (Meydana Parade) ku yek ji mezintirîn bi vî rengî li Ewropayê ye ji nivî ve winda bûn.[31]

Di 14ê nîsana sala 1966an de, ji bo bîranîna 1000 saliya dewletbûna Polonyayê, li Warşovayê merasîmeke leşkerî ya hezar salî hat lidarxistin. Leşkerên ji serdemên cihêreng ên dîroka Polonya beşdarî meşê bû.

Piraniya navçeya navendî jî ji bo avahiyên bilindên paşerojê hatin destnîşankirin. Qesra Çand û Zanistê ya 237 metreyî ya ku dişibe Avahiya Empire State ya New Yorkê wek diyariya Yekîtiya Sovyetê hat çêkirin.[32] Tevî wêrankirina dema şer û nûavakirina piştî şer, gelek kolan, avahî û dêrên dîrokî li ser forma xwe ya bingehîn hatin restorekirin.[33]

Serdanên John Paul II li welatê xwe yê di sala 1979 û 1983an de piştgirî da tevgera "Solidarity" ya nûvekirî û cesaret da mezinbûna hêrsa antî-komunîst a li bajêr.[34] Di sala 1979an de, nêzîkî salek piştî ku dibe papa, John Paul li Warşovayê, li Qada Serkevtinê ayînek lidarxis û di xutbeya xwe bi banga "nûkirina rûyê" Polonya bi dawî kir.[34]

Di sala 1995 de xeta yekem a Metroya Warşovayê hatiye vekirin. Xeta duyem metroyê di adara sala 2015an de hatiye vekirin. Di sala 2004an de bi beşdariya Polonyayê ya Yekîtiya Ewropayê Warşova mezintirîn geşbûna aborî ya dîrokî bidest xist.[35]

Warşova li rojhilatê navendî ya Polonyayê ye, bi qasî 300 km dûrî Çiyayên Karpatan û bi qasî 260 km ji Deryaya Baltîk û 523 km li rojhilatê Berlîn a Almanyayê ye. Bajêr li ser peravê [[Çemê Vîstulayê, li Deşta Masovianê ye hatiye avakirin. Bilindahiya bajêr bi navînî 100 mêtre ji asta deryayê bilindtir e.

Warşova li ser du pêkhateyên geomorfolojîk ên sereke wekê deşta moraine deşt û Geliyê Vistula bi şêweya xweya asimetrîk a deştên cihêreng cih digire. Çemê Vîstulayê eksena taybet a Warşovayê ye ku bajêr li aliyên rast û çepê dike du beş. Beşa çepê hem li ser deşta moranê (ji 10 mêtrayan heta 25 mêtreyê) li ser asta Çemê Vîstulayê) û hem jî li ser rasta Vîstulayê (herî zêde 6,5 mêtre bi ser asta Vîstulayê ve ye.

Dîmenên ji Warşovayê

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Warşova xwedî avhewa okyanûsê ye ku ji hêla Cfb ve bi dabeşkirina avhewa Köppen ve hatiye destnîşan kirin. Di vê navberê de, ji hêla dabeşkirina avhewa genetîkî ya Wincenty Okołowicz ve, bejêr xwedî avhewayek nerm a "fusion" e ku hem bi taybetmendiyên deryayî û hem jî bi taybetmediyên parzemînî ye.

Li bajêr zivistanên sar, carinan bi berf û ewrayî û havînên germ û bi tav lê pir caran bahoz heye. Bihar û payîz dikare bêpêşbîn be, pir meyla guheztinên hewayê yên ji nişka ve; lê belê germahî bi gelemperî nerm in, nemaze li dora mehên gulan û îlonê. Germahiya navînî ya rojane di navbera −1,5 °C, di meha Çileyê de 19,7 °C, di tîrmehê de û germahiya navînî ya salê 9,0 °C e. Hinek caran germahî di mehên havînê de digihîje 30 °C ê. Warşova şeşemîn bajarê herî zuwa yê Ewropayê ye (li Ewropaya Navîn herî zuwa) ku bi barana salane ya navînî 482 mm ye û meha herî bi baran meha tîrmehê ye.

Ji hêla demografî ve, li gel hejmarek girîng a niştecîhên biyanî, Warşova bajarê herî cihêreng ê Polonyayê ye. Ji xeynî piraniya polonî, hindikahiyek cihûyan li bajêr hebû. Li gorî serjimêriya împeratorî ya ya sala 1897an ji tevahiya nifûsa 638.000 şêniyên bajêr 219.000 kes ji cihûyan pêk dihat (ji %34 nifûsa bajêr). Di sala 1933an de, ji 1.178.914 kesan 833.500 kes zimanê polonî wekî zimanê xwe yê zikmakî ragihandiye.

  1. ^ "GUS - Bank Danych Lokalnych". bdl.stat.gov.pl. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  2. ^ "Warsaw". web.archive.org. 3 hezîran 2008. Ji orîjînalê di 3 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  3. ^ Traveler, Amazing (26 kanûna pêşîn 2014). "Warsaw – Phoenix City Rebuilt From the Ashes". YourAmazingPlaces.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  4. ^ "Warsaw Stock Exchange, Poland, stocks, investing online | Fio bank". www.fio.pl. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  5. ^ "Press release - - Warsaw Capital Market Summit 2015". web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2015. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2015. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  6. ^ unlimited, communications (27 gulan 2016). "The Grand Theater in Warsaw: one of the largest theatres in Europe and one of the biggest stages in the world". Communications Unlimited (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  7. ^ "poland.travel/en". www.poland.travel (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  8. ^ Wilder, Charly (23 kanûna pêşîn 2015). "36 Hours in Warsaw, Poland". The New York Times (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  9. ^ "warsaw | Search Online Etymology Dictionary". www.etymonline.com. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  10. ^ "Kazimierz Rymut". Wikipedia (bi îngilîzî). 9 kanûna paşîn 2023.
  11. ^ "Historia Warszawy". web.archive.org. 13 gulan 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 13 gulan 2010. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  12. ^ Kobielski, Dobrosław (1984). Widoki dawnej Warszawy. Warszawa: Krajowa Agencja Wydawnicza. ISBN 978-83-03-00702-5.
  13. ^ a b c "Warsaw's history". web.archive.org. 9 çiriya paşîn 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 çiriya paşîn 2009. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  14. ^ "Fragment szaty książąt mazowieckich". Muzeum Warszawy (bi polonî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  15. ^ Huncwot.com (20 sibat 2018). "Mało czarujący koniec Piastów mazowieckich - Kwartalnik Przekrój". przekroj.pl (bi polonî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  16. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 8 kanûna pêşîn 2020. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 kanûna pêşîn 2020. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  17. ^ "The Bygone Warsaw". web.archive.org. 14 adar 2008. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 adar 2008. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  18. ^ Rożek, Michał; Ronowicz, Doris; Rożek, Michał (1988). Cracow: a treasury of Polish culture and art. Warsaw: Interpress Publishers. ISBN 978-83-223-2245-1.
  19. ^ "Literary Activities and Attitudes in the Stanislavian Age in Poland (1764-1795): A Social System? | Canadian Slavonic Papers | Find Articles at BNET". web.archive.org. 14 gulan 2011. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 14 gulan 2011. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  20. ^ Golna, Cornelia (2004). City of Man's Desire: A Novel of Constantinople (bi îngilîzî). Go-Bos Press. ISBN 978-90-804114-4-9.
  21. ^ Crowley, David (2003). Warsaw (bi îngilîzî). Reaktion Books. ISBN 978-1-86189-179-2.
  22. ^ a b "Warsaw". encyclopedia.ushmm.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  23. ^ Snyder, Timothy (31 tebax 2011). Bloodlands: THE book to help you understand today’s Eastern Europe (bi îngilîzî). Random House. ISBN 978-1-4070-7550-1.
  24. ^ a b c "ushmm.org". web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 17 gulan 2008. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  25. ^ "Holocaust: The Warsaw Ghetto Uprising". web.archive.org. 23 hezîran 2008. Ji orîjînalê di 23 hezîran 2008 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  26. ^ a b c d e "World War 2: Warsaw Uprising :: Timeline". www.warsawuprising.com. Ji orîjînalê di 3 tebax 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  27. ^ "World War 2: Warsaw Uprising :: FAQ". www.warsawuprising.com. Ji orîjînalê di 29 îlon 2018 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  28. ^ Adamczyk, Wesley (19 hezîran 2004). When God Looked the Other Way: An Odyssey of War, Exile, and Redemption (bi îngilîzî). University of Chicago Press. ISBN 978-0-226-00443-3.
  29. ^ Scislowska, Monika. "Warsaw's lost architecture portrayed in miniature". www.timesofisrael.com (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  30. ^ "Fundacja Warszawa 1939". Fundacja Warszawa 1939 (bi polonî). Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  31. ^ Rottermund, Andrzej; Sołtan, Andrzej; Wrede, Marek (2006). 200 lat muzealnictwa warszawskiego: dzieje i perspektywy : materiały sesji naukowej, Zamek Królewski w Warszawie, 16-17 listopada 2005 roku (bi polonî). Arx Regia. ISBN 978-83-7022-160-7.
  32. ^ "Pałac Kultury i Nauki - najmniej lubiany symbol Warszawy". Warszawa Nasze Miasto (bi polonî). 2 hezîran 2017. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.
  33. ^ Crowley, David (2003). Warsaw (bi îngilîzî). Reaktion Books. ISBN 978-1-86189-179-2.
  34. ^ a b "John Paul II, Warsaw Destination Alliance". web.archive.org. 2 sibat 2009. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 2 sibat 2009. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  35. ^ "Commercial and Economic Section, Consulate General of Poland in Hong Kong - News September 2004". web.archive.org. 8 çiriya paşîn 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 8 çiriya paşîn 2007. Roja gihiştinê 9 hezîran 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Girêdanên derve

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]