Wasabi
Xuyakirin
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/2/26/Wasabi_002.jpg/220px-Wasabi_002.jpg)
![](http://upload.wikimedia.org/wikipedia/commons/thumb/7/71/Fresh_wasabi_rhizomes.jpg/220px-Fresh_wasabi_rhizomes.jpg)
Wasabi (bixwîne wasabî) (eutrema japonica yan wasabia japonica) riwekek ji famîleya selketûran (brassicaceae) e ku wekî biharat jî tê bikaranîn. Di demên dawiyê de derbasê pêjgeha kurd jî bûye, di aşxaneyên lûks de li gel suşî û hin xwarinên masiyan tê xwarin.
Tehma wê dişibe gormizê. Tê gotin ku kurmên rodîkan (lople, rovî) dikuje. Di pêjgeha Ewropayê de herwiha cih digire.