Abdullah Keskin
Xuyakirin
Abdullah Keskin | |
---|---|
Jidayikbûn | 1ê kanûna paşîn a 1967an (57 salî) |
Esil | Kurd |
Hevwelatî | Tirkiye |
Pîşe | |
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêre |
Abdullah Keskin weşangerekî kurd e. Di sala 1967an li Nisêbînê ji dayik bûye. Xwendina destpêkê li Nisêbînê temam kiriye. Di sala 1986an li Zanîngeha Enqereyê dest bi xwendina beşa Tirknasiyê kir. Dû re wek xwendekarê zanîngehê dest bi karê rojnamegerî û weşangeriyê kiriye. Destpêka 1992an ji bo rojnamegeriya kurdî li Stenbolê bi cî bûye, di destpêkê de berpirsyarê giştî yê Welat bûye. Di 1993yan de li Özgür Gündemê edîtoriya rûpelên "kultur-huner" û "Medya" kiriye. Di 1996an de tevî Rûken Bağdu û Songül Duraker weşanxaneya Avestayê ava kiriye.
Abdullah Keskin, xelata Navnetewî 2005 a Azadiya Weşanê a Jery Laber ku Yekîtiya Weşangerên Amerîka bi PENa Navnetewî re dide wergirt. Her wiha di Avestayê de edîtoriya gelek kitêban kiriye.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- Hevpeyivîn bi Abdullah Keskin re, Hevpeyvîn: Husên Duzen, 24 sibat 2008, NETKURD Girêdana arşîvê 2008-02-26 li ser Wayback Machine
Ev gotara ji bo nivîskarekî kurd şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |