Wehîd Keleş

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Wehîd Keleş, nivîskarekî kurde di sala 1975 de li gundê Quldûman yê dikeve herêma koçera yê girêdayî bi herêma Dêrikê ve, li rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Xwendina xwe ya seretayî li Quldûman û Dêrikê xilas kiriye, dûvre li bajarê Dêrikê xwendina amadeyî û navendî xilas kiriye. Di sala 1996 de peymangeha beşê elektirîkê li bajarê Hesîça xilas kiriye. Di sala 1995 de guhdan bi helbestê û çîrokê kiriye bi zimanê Erebî, dûvre dest bi nivîsa Kurdî kiriye, nivîsandinên xwe di kovar û malperên kurdî belav kirine.

Wehîd keleş

Jidayikbûn 1975

Pîşe • Nivîskar

Di sala 1997 koçî paytexta Sûriyê Şamê dibe. Li Şamê tevlî komên nivîskar û rewşenbîran dibe û şevbuhêrkên kurdî li dardixe. Di sala 2012 ji ber ancama şerê Sûrî koçî başûrê Kurdistanê dibe. Di sala 2015koçî welatê Swêdê bibe. Di dawiya sala 2021 pirtûka xwe ya kurteçîrokan ya bi navê *Stranek ji dûr ve * ji aliyê weşanxana Ronya vê derdixe. Çend dest nivîs amade li ber çapê hene.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

2021 pirtûka kurteçîrokan stranek ji dûr ve