Wergera Hikayetên Farisî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
  • Navê Berhemê: Wergera Hikayetên Farisî
  • Wergêr: Mele Mehmûdê Bazîdî
  • Cureyê Berhemê: Pexşan (Wergera Çîrokên Gelêrî yên Farisî)
  • Zimanê Berhemê: Kurdî (Kurmancî)
  • Pêşîya Destnivîsê:
Du jin derheqê zarokekî da’wa dikirin û şahid jî tune bû. Her duçûne li nik Qazî û hukm ji Qazî xwestin. Qazî jî cellad gazî kir...
  • Dawîya Destnivîsê:
...feqîrî ev bihîst û got ku sûs be heta babê te jî ji binê vî kevirê giran rabe û xwe bibîne babê min jî digihêje bihiştê....
  • Têbinîyên Girîng
Ev destnivîs ji çîrokên gelêrî yên Farisî pêk tên ku ji alîyê Mele Mehmûdê Bazîdî ve bo Kurmancî hatine wergerandin. Di berhemê de 84 çîrok hene. Naveroka vê destnivîsê û destnivîsa Kurd 43'yan yek in. Di destnivîsa Kurd 42'an de wergera Fransî û Latînîzekirina wergera Kurmancî bi çend rûpelên ewil sinordar e. Destnivîsa Kurd 43 ji vî alîyî ve bi rêkûpêktir e, di wê de hikayetên Farisî yên orîjînal bi xwe hene.[1]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ Öztürk, M. (2017). Koleksîyona Aleksandre Jaba ya Destnivîsên Kurdî (Vol. 1). Ankara: Weşanxaneya Lîs.