Xarkiv

Xarkiv
Xarkov
Харків
Mertal Al
(Mertal) (Ala)
Xarkiv li ser nexşeya Ûkrayna nîşan dide
Xarkiv
Xarkiv
Xarkiv (Ûkrayna)
Kargêrî
Welat  Ûkrayna
Herêm (Oblast) Oblasta Xarkivê
Bajar Xarkiv (Xarkov)
Demografî
Gelhe 1.443.207 (2020)
Erdnîgarî
Rûerd 310 km²
Bilindayî 152
Koordînat 50°0′16″Bk 36°13′53″Rh / 50.00444°Bk 36.23139°Rh / 50.00444; 36.23139
Dem (UTC) UTC+2
Agahiyên din
Koda postayê 61001—61499
Malper city.kharkov.ua/en/
Nexşe
Xarkiv li ser nexşeya Ûkrayna nîşan dide
Xarkiv
Xarkiv
Xarkiv (Ûkrayna)
Charkiw-Ukraine-Map.png
Nexşeya parêzgehê

Xarkiv (bi ûkraynî: Харків, Xarkiv, bi rûsî: Харьков, Xarkov), bajarekî li bakur-rojhilatê Ûkraynayê ye û navenda Oblasta Xarkivê ye. Bi 1.443.207 nifûsa xwe yek ji qerebalixtirîn bajarên Ûkraynayê ye.

Bajar li sala 1654an li bakurê devera ku çemê lopanê û çemê udîyê tev li hev dibin hatîye avakirin. Bajar ji sala 1919yê heta 1938an paytexta Ûkraynaya ku yek ji komarên Yekîtiya Komarên Sovyêt ên Sosyalîst bû.

Li şerê cîhanî yê duyem Xarkiv rastî hilweşîn û qîrkirinên mezin hatiye. Li 24ê kewçêra sala 1941an ji alîyê artêşa almanyayê hatîye dagirkirin. Li gulana 1942yan artêşa sor ya sovyêtan xwest bajêr ji destê almanan derxîne lê bi têkçûneka mezin paş ve vekişîya. Li sibata 1943an artêşa sor bi êrîşeka nû bajêr xiste bin kontrola xwe lê encax mehek karîn li destê xwe bigirin. Artêşa Sovyêtan li tîrmeha 1943an bajar ji nû ve xiste bin kontrola xwe û hêzên almanî ji bajar hatin dûrxistin. Di van pevçûnên giran de %75ê bajêr hilweşîya, her wiha ji 700 hezar nîştecîhên bajêr nêzî 220 hezar kesî jîyana xwe ji dest da.