Xecxecok (Neurergus)
Xuyakirin
Xecxecok | |
---|---|
Dabeşandina zanistî | |
Cîhan: | Animalia |
Filûm: | Chordata |
Çîn: | Amphibia |
Kom: | Caudata |
Famîle: | Salamandridae |
Cins: | Neurergus (Cope, 1862) |
Xecxecok an xeçxecîlk [1] an jî selemendrê pinî pinî (navê zanistî yê latînî: Neurergus), cinsekî beqên bidûvik in, wekî qurnewêlkan, û li hemû deverên çiyayên Kurdistanê dijîn.
Cureyên endemîk ên Kurdistanê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çend cureyên xecxecokan li Kurdistanê endemîk in û li tu cihê din nayên dîtin, wekî:
- Neurergus crocatus li Hekarî û başûr-rojhilata Kurdistanê
- Xecxecoka Loristanê (Neurergus kaiseri) li çiyayên Zagrosê, ber bi Loristanê
- Xecxecoka Kurdistanê (Neurergus microspilotus) li çiyayên Hawramanê û Kirmaşanê
- Xecxecoka Strauch (Neurergus strauchii) li herêmên Mûş, Bidlîs û Melediyê û nêzîkî Şîroya Melediyê.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ Gîwî Mukriyanî (2010): "Da'bayeke wekû marmîlkey waye le awê de dejê, nuxtey zerd û reş û spî pêweye."
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- "Neurergus Cope, 1862" Girêdana arşîvê 2012-02-19 li ser Wayback Machine Salamanders of the Old World,
- "Neurergus (Cope, 1862)" Living Under World.Org, A Web Project about Amphibians
- "Neurergus kaiseri" wêneyên xecxecoka Loristanê (Neurergus kaiseri).
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |