Xurek

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Pez diçêrin, bo xwarina mirovan
Xwarina psîkan (kitikan)

Xurek, xurdemenî, zad ji bo jiyana candaran pêwîst e. Mirov bo bijîn, pêwîstî bi av, xwarinê heye. Di xwezayê de bi hezaran tiştên mirov bixwin hene. Pirraniya xwarina mirovan ji têkela av, rûn, karbonhîdrat û proteînê ne.

Hin binavkirinên xurekê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Qût: Bo xurdemeniya mirîşk, elok ûed
  • Gobit: Bo nirxê aborî yê xurdemeniyê tê bikaranîn. Hin devokan de bo tevahiya xurdemeniyê.
  • Bakût
  • Xurîş
  • Xurik

Hin cureyên xwarinê bo tenduristiya mirovan bikêr û baş in, hin jî ne. Xwarin bo pedîviyê jî, bo kêfê jî ye. Gelek mirov dixwin ku pêwîstiya wan pê nîne jî.

Bi peresana mirovî ve, xurdemenî jî pêş ketiye. Berê mirovan nêçîrvanî, berhevkariya fêkî-sebzeyan dikirin. Niha bi makîneyên nûjen çandinî, masîgerî, konservekirin tên kirin, xurdemenî bûye nirxekê bazarê, tê kirrîn-firotin.

Xwarin bazareke mezin e. Xwarin êdî ne tenê xwarin e. Afirandêrî, têkelî tevlîbûye.