Xurs, Qoser

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Xurs, li Qosera Mêrdînê ji bona komek gundan tê gotin. Bi temami 12 gund in. Di hundirê newalekê de rêz bûne. Her 12 gund jî aboriya xwe bi titûnê pêk tînin û titûna xursê gelek navdar e.

Gav a hûn ji navçeya Qoserê, bi tirimbêlên xursê bi rê dikevin, tirimbêl ber ê xwe dide ber bi hêla bakur ve û di sêrêka Mêrdîn re derdikeve... Yê ku nizanibin dibêjin qey wê tirimbêl wan bibe bajarê Mêrdîn. Lê dema dighêje ber dibistana çandiniye - ji çend salan virve êdî ew der wek gurdana leşkerî hatîye veguhertin, wek tê zanîn, dewlet gelek kargeh û fabriqeyên bi vî rengî, ji kar û barê girtîye û kirîye herêm û parastgeh a leşkerî-îcar berê tirimbêlê bi hêla çepê ve di zîvire û ber bi çiyan ve dimeşe...

Gund ê ku berê derdikeve pêşiya we bi xwe gund ê Hecî Faris e bi hêl a rojavayê başûr ê xwe bi li ser herzem an bi navekî din Şêx Tajdîn veye. Hecî Faris , li pal a sikur a qerraşan ava bûye. lê gund ê Şêx Tajdîn, hîn ber bi jêr ve dimîne, dikeve zik ê newalê. Her wiha li qerax a çem ê xursê hatîye ava kirin... (heger çewtî hebin, biborîn û ji kerem a xwe re serêrast bikin)

Rê di ber ji Hecî Faris rê dîsa bi hêl a çepê ve dizîvire, li daw a sikur a qerraşan di fetile, piştî qiyameyek kurt, îcar ber jêre datê, di ser ji boriya senteralê rê derbas dibe (berî ku ceryan ji kendav a kebanê were anîn, di binya gund ê Hemziyan re hilberîngeh a elektrikê hebû û bi ava wê boriyê di xebitî, lê piştî hatin a ji kebanê, îdin hate betal kirin, niha Xwedê zane wek gelek avahiyên herêmê bûye hêlîn a mişk û maran...) Di vê navê de divê merev bêje ku li kuraya newalê çem ê Xursê û dehlên qeraxên çem xuya dibin. Piştî ku merev di çengoyekê re di zîvire û îcar ber ê xwe dide qiyame (berjore)yeke din, li mil ê çepê gund ê Hemziyan derdikeve pêşiya merev. Ji xwe avahiya van gundan bi gelemperî di yek tayî dene, ango xanî û avahî zor di şibin hev. Kevirên şehkirî berê bi kils û nikarê, van çend salên dawî bi perakêt û qûm û çimento hatine lê kirin. . .

Li pêy Hemziyan îcar piştî fitleke din merev dighêje Elîpaşa... Ew jî li mil ê çep ê reya dimîne. di vê navê de ji dûr ve Xursa navê, bi minareya mizgeft a xwe xuya dibe. her wiha hemû dehl, rez û çandiniyên zeviyan li ber çavan xwe radixin. Dar û berên zeytûn, hejîr, dilb, kenêr, behîv, bihîvtalk, guhîj, teew, guz, mişmiş, sipîdar, helalk, dêlî û mêwê rêz, bîh, qizwan, benîştok, berû, ber bi bilindahiya çiyan ve mazî, encas, xox, hirmî, sêv û hin cûre darên din ku niha nayên bal a min newalê di xemilînin...

Ji gund ê Hecî Faris heta bighê Elî Paşa, li herêmê wek Xurs a jêrîn tê bi nav kirin. Ji Xurs a navê re jî; ji ber ku li navbeyn a gundên jêr û jor e; Xurs a navê ango Xurs a ku li nava gundên Xursê dimîne hatîye gotin. Xurs a navê ;li ser panavekê ava ye û li ser du çeman e... Çemek jê ji hêl a gundên Xubaz tê, ji kaniya Eyn Mecnûn" dertê, çemê din jî ji Xurs a jor, ji ser ê kaniyê dertê. piştî merev Xurs a navê derbas dike; rê ber bi bakur ve dighêje herdu Xubazan. yek Xubaz a jêr, yek jî ya jorîn tê zanîn. bi hêl a çepêde rê îcar li derûdor a kela şêxilqesir di fetile û dighêje gundik ê Çelebiyan. Merev wir jî derbas dike, ji îcar rê piştî kevir ê idêska dibe du şaxan; hêla rastê Meşkîna û Heftê xwe han, hêl a din jî dighêje gund ê İzêr. divê merev bêje ku di li ser pir a gundê ji izêr rê du sê mal ava bûne. ji wê derê re jî di bêjin Eyşibîb ... Ew rêya ku li binya Eyşibîb dîsa dibe du şaxan, şax ê çepê, diçe gund ê Bavina û yê rastê jî diçe dighêje Gund ê Izêr.