Delfîn

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Yûnis hat beralîkirin)
Delfîn
Dabeşandina zanistî
Cîhan: Animalia
Filûm: Chordata
Çîn: Mammalia
Kom: Cetacea
Binekom: Odontoceti
Famîle: Delphinidae û Platanistoidea
Gray, 1821

Delfîn, fînmasî an yûnis (Delphinidae), famîleyeke avilkeyan ku di deryayê de dijî û zayok e, ango dizê û guhandar e. Tu di wêne de pêvajoya zayîna wê dibînî. Fînmasî pir şareza ne. Bi fîkandinê dikarin bi hev re ”bipeyivin” û alîkariya hev bikin; her wiha pir ji lîstikê hez dikin û bi hêsanî kedî dibin.

Şayes[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dirêjiya wan 1,5-4 m ye bu qasî 45 km/h hêza wan heye. Heya 15 dq dikarin bêrawestandin din bin avê de bimînin.

Reftar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Pirbûn[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bêhtirî 250 m noqî bin avê dibin. Di zayînê de tenê yek çêlikek tînin. Di nav komekê de dijîn. Fînmasî guhandarekî zîrek û xwedî hişar e. Dema radikeve, hin fonksiyonên mejiyê wan hişyar dimîne. Di nava koma fînmasiyan de hevgirtineke xurt heye. Masiyên piçûk û nexweş diparêzin. Di zayînê de berê boça wan tê daku di xezna diya xwe de nefetisin. Piştî zayînê bi alîkariya fînmasiyên mê yên din çêlik ji bo bêhnvedana yekem dertînin rûyê avê. Çêlikmasî şîrê diya xwe dimije kû ev şîr di aliyê rûn de pirr dewlemend e (%50). Fînmasî ji hin aliyan ve gelek dişibe mirovan.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Wikimedia Commons medyayên di warê Delfîn de hene