Yılmaz Dünen

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Yılmaz Dünen
biguhêreBelge

Stranbêj Farqîn (Yılmaz Dünen), di sala 1965'an de li gundê Pîrexala ku li ser Farqînê ye, hat dinê. Cara pêşîn ji stran û hunermendiya Hozan Şiyar û Koma Azadî bandor girt û ji wan hînî kilam û stranên ot1980î tevî malbata xwe baryê. Di sala 1990î de kaseteke bi navê Zimanê kurdî zimanê me ye derxist. Di vê pêvajoyê de tev li konser û dawetan bû.

Di sala 1992an de vegeriya Diyarbekirê û li Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) di nav Koma Azad de xebatên xwe domand. Di vê komê de wekî solîst cîh girt. Bi vê komê re kasetên bi navêŞemal (1993), Bihuşta Min (2001), Şar (2004),wê roj bê (2008) derxist. Ji bilî vê, di nav xebatên stranên berhevkariyê yên bi navê Şahiya Stranan (1 û 2) de jî cîh girt û gelek stranên gelêrî hem ji hêla Farqînê, hem jî ji deverên din ên welêt berhev kir.

Stranbêj Farqîn niha li Diyarbekir, li Navenda Çanda Dîcle-Firatê û di nav Koma Azad de wekî stranbêj xizmeta muzîka kurdî dike û bi taybetî di riya Hozan Şiyar, Şivan Perwer û dengbêjên Êrîvanê de dimeşe û wan ji xwe re dike mînak.