Koma Azad

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Koma Azad komeke muzikê a kurdî ye.

Koma Azad li navçeya Dêrikê ya bi ser Mêrdînê ve di sala 1987an de bi awayekî amatorî bi navê “Grup Özgür” (kurdî: Koma Azad) ê ji aliyê Bawer Can û Turhan Yapıştıran ava bû. Grup Özgür di sala 1990î de koçî Edenê dike û li wir navê xwe diguherîne û dike Koma Azad. Koma Azad di sala 1991ê de li Edenê di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya de xebatên xwe didomîne. Di sala 1993an de dema Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) li Diyarbekirê ava dibe, Koma Azad tê li vir xebatên xwe didomîne. Di sala 1995an de şaxa Navenda Çanda Mezopotamya ya Diyarbekirê ji hêla dewletê ve hate girtin û Koma Azad jî koçî Stenbolê dike û li wir di bin banê Navenda Çanda Mezopotamya yê de xebatên xwe didomîne. Piştî ku di sala 2003an de li Diyarbekirê Navenda Çandî Hunerî ya Dîcle-Firatê ava dibe Koma Azad ji Stenbolê bar dike û tê li wir xebatên xwe didomîne.

Ji destpêka avakirina komê heta îro, gelek hunermend di komê de cih girtin û ji ber sedemên cuda ji kome veqetiyan. Hunermendên di nav komê de gihîştine niha di gelek komên kurdî de cih digirin.

Endamên Çalak yê Komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Endamên Kevin yê Komê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berhem[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Albûma yekemîn ya Koma Azad, Şemal pêşî li Ewropayê di sala 1993an de hate çapkirin û bi piştre jî di sala 1994an de li Tirkiyê hate çapkirin.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]