Ye'cûc û Me'cûc

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Here cem: navîgasyon, lêgerîn

Rastî hinga tê bîra me yan jî melayên dor û rexên me di behsa Ye'cûc û Me'cûc de wiha gotine: Ew mexlûqatên gellek piçûk in ku wê şûrên xwe bi darên nîsk û noka ve bikin ji ber ku Xwedê Teala ev dinya ji me însan û cina re ji bo îmtihanê çêkiriye ev car ev gotinên xurafe tu car ne ketin serê me de, madem em di dinya sebeb û îtihana de dijîn lazime ew tiştên em pê bên îmtihan kirin jî ew berçav bin, da qene roja qiyametê hucceta ku însan bi karibin xwe xwedî heq bikin li paş nemînin.


Bûxarî û Mûslîm ji Zeyneba Keça Cehş (Xjr) radigihîne: Qasidê Xwedê (s.X.l.) ji xew rabû. Rûyê wî sor bibûn û digot: "LA ÎLAHE ÎLLELLAH mirin û helak ji ereban re be; ji şerêk ku nêzîkê wan bûye! Îro di sedda Ye'cuc û Me'cuc de qulek vebû" Bi tiliya şehadetê û ya beranegê kir xelek û got: "wekê giroveriya vê helqê qul kirin." Min got "Ya Resûlê Xwedê ma qenc û salih jî di nav me de bin dîsa emê herin helakê?" Got: "(Belê) demê guneh zehf bibin." Vêca mesela Ye'cûc û Me'cûc ew qas muhîm û girîng e ku Ellah Teala di Qur'anê de du caran behsa wan kiriye. Pêxember jî ew ayet şîrove kiriye û ji me re eşkere kiriye ka ew çi millet in ji bo ji heqîqeta van herdû milletan baş bê fêhmê lazim e em behsa wan herdû milletan bikin da behsa me temam bibe. Lê emê bi kurtî di vê behsa xwe de tenê li ser ayeta sûretê Kehf û li ser hedîsên Pêxember bisekinin. Di paşiyê de emê li ser saloxdanên ye'cûcan di hedîsên Pêxember de bisekinin emê bigihînin encamek giranbiha û zêrîn. Lewra ew rastiya ku tam ev deh sal in ez lêkolînê lê dikim û lê digerim ew xezîne Xwedê kir nesîb ku me dît, Elhemdûlîllah.

Ew şerê nêzîkê Ereban bûye ku dewleta wan sernuxum (ji holê rakir) kir. Ew bû ku demê serokê împaratorê Moxolî neviyê Cengîz Xan, Hulagû ket peytexta alema Îslamê, Bexdayê sala 656'ê hîcrî 500.000 misilman kuştin ji hingê û pêve ji nav dewletên Ereban ve xîlafetî rabû û Ereb bi bal xirabûnê ve diçin.

Ji aliyê din ji bo Ye'cûc û Me'cûc baş bên nasîn lazim e pêşî em bizanin Zulqerneyn kî ye? Lewra ewê sed li ber wan girtiye da nikaribin bi rehetî derkevin ser milletên dinê de Zulqerneyn e; navê rastî yê Zulqerneyn Kûroş e. Ew dewleta Med û Farisan kiriye yek. Ew bi xwe Faris e. Lê diya wî Kurd bû. Beriya mîladê 576'an de Împaratoriya Med û Farisan çêkiriye, yek ji delîlên vê yekê ev e ku di qernê 19'ê mîladî de heykelekî Kûroş li bajarê Îranê li Îstexrê hatiye dîtin. Dû qiloçên (stûrê) wî hebûn. Wekî stûreyên berana bûn hetta heyetek ji zanayên Elman çûne dîtina wî heykelê. Delîla didûyan ev e ku nêzîkê seddê yanî Daxistanê robarek bi navê Saîrûs yanî kuruş heye. Lewra Yûnanî jê re dibên Sairûs. Delîla sisêyan kitêba muqeddes de kitêba Danyal fesla heştan de, dema xewnê dibîne piştre Cebraîl (a.s) xewna wî şîrove dike û dibê: "Ew beranê te dît, ew melîkek ji melîkên Med û Farsane”. Delîla çaran ev e ku ji xeyrî Kûroş di dinê de tu kesê sê sefer nekirine û salixdanên Qur'anê de hemî li Kûroşê misilman tên. Lewra ew li ser dînê Zerdeşt Pêxember bû û însanek salih bû...

Di Sûreta Kehf ji ayeta 83'an heta 98'an de wusa ferman dibe: “Ew Zulqerneyn ji te dipirsin ka kî ye? Bêje wan ezê behsa wi ji we re bixinim: me ew xwedancih kiribû di erdê de û me her çi lazimiyê vegirtina bajar û welatan ji wî re musexer kiribû. Ew jî xwe bi esbabên (teknoloji) zemanê xwe hemî girtin. Vêca demê roj çû ava ew (ber çavên xwe) dît ku roj (herwek) di kaniyek heriyê de diçe ava, ew diwê (qeta awropa) de dit ku eve qewmek dijî me jî bi (ilhamê) got ey Zulqerneyn tu bi vê şerê wan bike û wan bikuje te bi vê ji de'wa wan bike bi bal tewhidê û qenciyê ve. Ewî ji got heçî bimine li ser kufrê ezê wan bieciqînim, işkencekim bi kujim duvre ji wê bizivire bibal Rabbê xweve ewji wê wan azabek dijwar bide ezabdan. Lê kesê imanê bi Ellah Teala bîne û karên qenc (emelê salih) bike emê ji wan re rehetiyê tewsiye bikin, em zor û zehmetiyê li wan nakin. Piştre (Zulqerneyn leşkerên xwe amade kir ji bo cenga muqeddes berê xwe da heta gihişt rojhilatê dinê. Ew dît ku ew miletek bedewî ne û nikarin xwe ji tava rojê bi parêzin (avahiyan ji xwe re çêkin) disa kesê iman bi Xweda anîn serbest berda kesê iman neani jî kuşt vêca ew çi dikir me pê dizani. Piştre (berê xwe da sefera sisiyan ya çinê heta gihişt okyanusa mezin) çi tiştên lazim ji vê seferê re hemi (teknoloji) amade kir heta (ziviri) gihişt navbeyna du çiyande (li Daxistan) dît eve qewmek ku ji zimanê wan nayê fêmê li ber neqeba çiyê dijin. Evî Qewmê gotin ey Zulqerneyn heçî Ye'cûc û Me'cûc in li ser rûyê dinê fitne û fesadiyê (kuştin û talanê berdewam) dikin ka tu nayê ku em heqê te bidine te ku tu di navbeyna me û wan de Seddek çê bikî? Zulqerneyn got: "Ew xêra Rebbê min daye min çêtir e ji heqê ku hûnê bidin min, ji dil û can (bi hemi quwweta xwe) arikar bin bi min re ezê seddek deynim di neqeba we de. De rabin parçên hêsini ji min re binin heta navbeyna herdu çiyan girt û got de vêca pifkin agir. Heta kir (kura agir) agir; got: "baqir jî ji min re bînin da ez di serde (bi helînim) berdim, van (piştê temam kir van Ye'cûc û Me'cûc) nikarîn xwe serde bavêjin ne ji qul bikin. Pişti temam kir got: "Çêkirina vê seddê qenciya Rebbê min bû. Lê demê xerakirina wê (seddê) hir û hera (bi erdê ve rasbike) bike ev we'da Rebbê min bê guman wê bi qewime.”

Alimê îlmê siyerê Muhemmedê kurê Îshaq sebebê hatina vê ayetê de ji Îbnî Ebbas vê xeberê wiha vediguhêse: "Qureyşiyan Nadrê Kurê Xarîs û Ûqbê Kurê Mueyt rêkirin bi bal keşên cihûyan û gotin derheqê Muhemmed û wesf û saloxdanên wî de ka hûn çi dizanin? Lewra hûn ehlê kîtabê ne ka ji me re bêjin ew Pêxember e an na?

Wan Keşan jî gotin emê sê pirsan ji we re bêjin, hûn jî ji wî bipirsin ger ew birastî Pêxember be ewê bersiva wan pirsan ji we re bide, ger bersiv nede ji xwe hingê ka hûn çi di heqqê wî de difikirin hûnê bikin, hingê bizanin ku ew ne Pêxember e;

Pirsa yekem: Ji wî wiha bipirsin û bêjin di zemanê berê de hinek xort revîn û derketin ka mesela wan bêje. Lewra meseleyek wan ya pirr ecêb heye.

Pirsa duwem: Ji wî re bibêjên zilamek çûye Rojhelatê dinê û çûye Rojavayê dinê ka mesela wî çi ye?

Pirsa siyem: Ji wî ra bibêjin ka ruh çi ye? Ger ew bersiva van her sê pirsan da bizanin bêguman ew Pêxemberê Xweda ye bibin hevalê Wî ger bersiv neda hingê bizanin ew encaq derewîne ka hûn çi dixwazin hûnê pê bikin.” Ûqbe û Nadir hatin Mekkê ji Qureyşiyan re gotin: “Eve ew tişta ku hûn û Muhemmed ji hev bên qetandin me ji we re anî hal û mesele ev e. Mezinên Qureyşiyan rabûn hatin Medînê ba Hz. Muhemmed (s.X.l.) û jê re gotin ya Muhaemmed tu bersiva van her sê pirsan bidî emê Îmanî bi te binin. Pêxember jî got: "Ezê sibehê bersiva we bidim” vêca wehî got bû heta 15 rojan; Muşrîkên Mekkê gotin eve 15 rojin sibeha Muhammed nehatiye? Piştre Cebrail jê re Sûreta Kehf anî xwar yanî sûreta ku behsa van hersê pirsên ha. Pêxember bersiva wa hersê pirsa da lê mixabin mûşrîkan dîsa îman ne anîn. Lê dilê Pêxember rehet bibû. Sedda Zulqarneyn vê gavê li Daxistanêye girêdaya bi Rûsya ve ye di boxazek de neqeba dû çiyande ye. Navê mileki çiya yê wê Deryal navê milê di jî Derbend e.

Netîca lêkolîna me ev e : Qur'an mûcîza pêxember ya herî mezin e. Piştî Qur'anê mûcîza Sedda Zulaqarneyn mûcîza ji hemî mûcîza mezintir e li ser tevekê însanên dinê pêwîst û lazim e ku baweriyê bi Qur'anê bînin. Lewra Muhemmed silav lêbin ne alimê tarîxê, ne jî seyyah bû hete van bûyerên han bi zanibûna. Ew bitenê Qasidê Ellah Teala bû. Hetta demê Ye'cûcan seddê qul jî kirin jî Qasidê xwe xeberdar kir.

Dîsa hê hingê Ellah Teala ew agahdar kir ku wê Ye'cûc û Me'cûc xîlafeta Îslamê xira bikin. Rastî jî ev çêbû. Di Sala 656'ê hîcrî de. Rastiyeka dî jî heye ku Ellah Teala wesfê Ye'cûcan û Cihûyan di Qur'anê de bi yek sifetî dide: "Ewê li ser rûyê zemîn fîtne û fesadê çê bikin".

Pêxember (s.X.l.) vê hedîsa xwe de behsa du tiştan dike: 1-Behsa qulkirina Sedda Ye'cûc û Mê'cûc. 2-Behsa xerakirina dewleta Ereban bi destê Ye'cûcan. Ev herdû jî çê bûn. Di netîcê de hedîsa ha mûcîza Pêxember ya herî mezin e. Lewra Ellah Teala dibê demê xerakirina seddê we re emê wê hura hera kin bi herifînin.

Yanî gora Mufessîrên Îslamê û zanayên tarîxa Med û Farisan û heyeta Zerdeşt Pêxember netîce diyar dibe ku Ye'cûc derketine. Hem demê firok derketin û pêde qîmet ji seddê re nemaye. Lewra em ferz bikin ku sed xirab nebûbe jî di şerên îro de qimetên sedda nemaye û ew feydê berê didan nadin. Di behsa xerakirina seddê de ezê di pirtûka xwe de delilên xerakirinê binim Înşaallahû Teala.

Ya mûhîm ev e ku ummeta Îslamê dîsa were ser riya Pêxemberê xwe, riya Qur'anê, xwe mihefeze bikin ji fîtna Ye'cûc û Me'cûcan, da dîsa ummet bibe yek. Îro Deccalê dinê vê dinê xirab dike û heq û huqûqan û iradeya milletan bin pê dikin serde jî bangawa ya bilind ev e ku dibên em de'wa xelaskirina milletan dikin. Bapîrên van Ingilîzan jî bi armanca bazirganiyê derketin ser rûyê dinê, deverên dinê dager kirin. Vê gavê jî di bin navên din de welatên bindestan dager dikin. Îro jî li dinê du milyar ji Ummeta Îslamê henin. Lê mixabin ji sedî not û neh ketine xewa xefletê û razane. Ger ev ummeta hey mezin hima vê carê tenê ji vê xewa xwe rabin wê welatên xwe ji dest muşrikan derinin. Vêca wê îrada Xwedayê mezin bi cih binin hem Zulqerneyn jî ji me re minakek pirr mezin e û balkêş e di vî wext û demê de. Bawermend xwe rast bikin bê guman wê serferaz bin. Xwedê Teala jî mizginiya vê çendê di Qur'ana piroz de ji me re eşkere diyar kiriye. Riya Serkeftinê di girtina baweriyek rast û durist de ye. Ew jî bi girtina Qur'ana Piroz û sunneta sehîh û pêşiyên bawermenda de ye.

Kî ne Ye'cûc û Me'cûc? 1-) Tabatabaî di tefsîra mîzanê de dibê meriv dikare ji ev qas marîfetên Tewratê hatiye fahm bike ku: Ye'cûc û Me'cûc milletek yan jî gelî milletên noqta herî paşî ji bakûrê Asyayê ne. Ew hinek însanên herbker in, hicûm didin li cîhên nêzê xwe. (Mîzan, 411) 2-) Delîlek tarîxî heye ku heçî bakûrê Rojhelatê nêzî Moxolîstan zemanek de nifûsa wan gellek zêde bûne, piştê zehfbûnê berê xwe dane Rojava û Rojhelat jî ev welatên ha hemî jî dager kirine hêdî hêdî tê de mane. 3-) Belê xewna Pêxember (s.X.l.) beriya 1400 salî bû. Piştê xewna Wî hucûmên Moxolan û Tataran dest pê kir. Mulkê Ereban tarûmar kir. Di dema Xelîfetiya El Mû'tasim Bîllah de Xîlafeta Ebbasiyan bi destê Hulagu xera bû. Wateya xewna Pêxember (s.X.l.) ev e. 4-) Dema Kuroş nêzîkê beriya mîladê ev qewmên ha dîsa rabûn gellek hucûm dan ser wan milletên dor û rexên xwe, lê ji ber siyaseta Kuroş ya hakimane bû sedema sekinandina wan di Asîa Bakûr de. 5-) Bi van diyar dibe ku Ye'cûc û Me'cûc ji wan qebîlên hov bûn. Lewra ehlê Qewqasê ji Kuroş teleb kirin ku demê ji sefera xwe vegere were ba wan ewan xelas bike ji hucûmên van qebîlên aqincî, da ku wê sedda malûm seda Zulqerneyn ava bike. (Kitaba Zulqerneyn an jî Kuroşê mezin )

Îmamê Ehmed ji Muhemmedê kurê Bîşr, ji Muhemmedê kurê Amr, ji kurê Harmalê ; (Xelata xwe wiha radigihîne û dibêje): Pêxember (s.X.l.) ji me re xutbeyek xwend û tiliya Wî ji pê ve dana dûvpîşten girêdayî bû wiha got: “Hûn dibên dijmin nî nin, hal ev e ku hûn berdewam şerê dijminan dikin, heta ku Ye'cûc û Me'cûc bên: Rûyên wan firehin çavên wan biçûk in porên wan bi bal sorahî û zerahiyê ve nin. Ew her ji girikî têne xwarê rûyên wan wek kumzirxên çermkirîne."

Herî ecêb ev e ku; Pêxember (s.X.l.) çawa saloxdanê Tirkan daye bi eynî saloxdanî wesfa saloxdanê Ye'cûc û Me'cûc jî daye her wek vê hedîsê:

Ebû Nûaym dibê Beşîr kurê Muhacîr ji Ebdûllahê kurê Bûreyde ew jî ji bavê xwe wiha radigehîne: Ez li ba Pêxember (s.X.l.) rûniştibûm, min seh kir ku wiha got: "Qewmek rûyên wan fireh, çavên wan piçûk, rûyên wan her wek kumzirxên çerm kiribe wê ummeta min sê caran bajon." Sê caran dûbare kir. "Wê bajon heta li ba Cezîra Ereb wê bê gihên wan vêca heçî qismê pêşîn wê xelas bin yên ku ji wan birevin. Qismên didûyan hinek wê ji destên wan biçin helaqê, hinek jî wê xelas bin. Heçî qismê sisêyan wê hemî yên mayîn ji destên wan biçin helaqê û bi şewitin." Sehebiyan gotin "Ya Resûlûllah ewê ummeta te bibin helaqê kî nin?"

Pêxember (s.X.l.) got: "Ew Tirk in" got û berdewam kir: "Ez bi Ewê ku nefsa min di destê Wî de ye sond dixwim ew millet wê hespên xwe bi stûnên mizgeftên misilmana ve girêbidin." Rawiyê hedîsê Ebdûllah dibê bavê min Bûreyde herdem dû deve carna jî sê deve bi xwe re di gerand û tû car ji xwe ne di qetand îlleh jî bar û haziriya seferê û av ji xwe nediqetand. Ev hemî piştê ev hedîsa ji Pêxember (s.X.l.) seh kir û pêde bû. Da qene ji wê bela û "fîtna" ku Pêxember (s.X.l.) gotiye wê ji serokên Tirkan çêbe bireve.

Vêca eva heqîqeteke ya qernê 15. ya herî mezine ku bila hemû dinya ba xusûs ewên ku Pêxember silav lêbin saloxdanên wan daye û gotiye, "qismên sisiyan" ji ummeta wî ku ki dibe bila bibe bi parêzin li hember fîtna vî qewmî Ye'cûc û Me'cûcan. Lewra yên ku rûyê zemîn zîr û zeber bikin ev qewm in. Yê tovê xerabiyê çandiye û însana dibe fesadê dîsa her ev qewm e. Lazim e hemû dinya ba xasûs hemî alema Îslamê xwe ji şerê wan bi parêzin û hemî bibin yek ummet li hemberê Ye'cûc û Me'cûcan. Ye'cûc û Me'cûc Di Hedîsên Pêxember (s.X.l.)De Çi Millet in / Mele Muhemmedê BATE

Çavkanî[biguherîne]