Yekîtiyên Jinên Azad STAR

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Emblema YJA Star

Yekîtiyên Jinên Azad STAR (YJA STAR) hêza gerîla kurd a jinan e. Hêza pêşeng a stratejiya parastina rewa ye.

YJA STAR di sala 2004'an de hat afirandin. Binêre: Dîroka tevgera jinên kurd

                   Yekîneyên Jinên Azad ên Star
                             (YJA-STAR)

Pêşketina diyalektîk a jinê di pêşvajoya dayîktî heta pêvajoya babtî, derbasbûna civaka dagirker û dext ve hatiye seknandin. Bi pêşketina dîrokî ve her merhalê civakê jin ji cewherê xwe kût bû û bû qûrbanê mejiyê zilam û civaka babiksalarî. Her ku çû jin rastiya xwe kût bû û di milê mejî û hest de hate kûştin.

Piştî avabûna pergala hiyerarşîk, di yekem car de jin ji civaka xwezayî a dayîk kûtbûneke pir kûr û mezin jiyan kir. Ev rewş hê berfirehtir bû û hem di milê rihî hem raman de gor zilam şêwaz girt. Nasnama jinê bi pergal û nêzîkatiya zilam ve hate tûne kirin. Cewherê jin ê wekhevîxwaz, azadîxwaz a ku xwe dispirand hevparkirina azad tûne bû.

Koletiya jinê zoriya di milê siyasal de jî tekîldar e. Ji bo wê j îli hember vê rastiyê têkoşîn meşandin, ji bo derketineke nû, rêgeza herî bingehe e. Di roja me ya îro de li gor bastûra zîhniyeta Civaka Ekolojîk-Demokratîk û şoreşa zayend, di xeta parastina rewa de jin jî bi navê YJA STAR xwe rêxistin dike û li hember her cûran êrîş li ser jinê, li ser gel mafê parastinê dide bikaranîn. Rastiya artêşbûna jina Kurd, ji bo hemû çînên bindest tê wateya şoreşa civakî. Di milê zîhniyet de jî vebijark e e. Artêşbûna jinê ne bi mantiqa "Bikûje-bimre" na, li ser cewherê jinê têgîha "Xwe biparêze û xwe biafirîne" ve xwe tevger dike û di her qadê parastina rewa de xwe rêxistin dike.

Di artêşa jinê de xalên yekemîn ku tên pejrandin, di xeta parastina rewa de, gîhiştina civaka demokratîk e. Artêşa jinê li gor karakterê serdemê, xwe dispire mîsyonekî wisa û ji bo kûrbûna zanistiya parastina rewa, hewildanên xwe hîn jî didomîne.

Ev hewldan di bingehê rêgeza "Parastina xwe bizane" de tê meşandin. Hêza parastina jinê YJA STAR jî di stratejiya parastina rewa de li gor mebdê parastinê, di qadên felsefik, bîrdozî, politîk û leşkerî de li gor têgîha parastina rewa xwe berfireh dike. Têgîha parastina rewa a jinê ji bo ku cewherê jinê ve têkîldare, bi awayeke xwezayî hêza jinê dibe temînat û hêza pêşeng a parastina rewa.

Artêşbûna jinê; li hember dîroka arteşa ku pêşketiye, xwedî taybetmendiyêk hêza rexne û vebijark (alternatif) e. Di dîrok û roja me de artêş, wekî xebat û mijûlbûna zilam tê pejirandin. Xebatên artêşê, di bin sîha zilam de tê meşandin. Heger tu leşkertiyê bidî destê zilam, ev tê wateya afirandina çîna desthilatdar. Nêzîkatiyên jinê yên ji bo vê qadê, hem di milê rêwişt (ahlak), hem jî li gor zagonan û hwd. De hatiye qedexekirin. Pir balkeş e ku, em ji bo vê zogonê bişkînin dixebitin. Artêşên bi karakterê zilam hatiye avakirin, hakimiyet û dijwariyê di astêkî jor de dijî. Yê ku xwedî artêşe, ew diperçiqîne. Tu tiştekî wek peyva artêşa wekhev nîne.YJA-STAR

Cihên ku newekhevî lê dijî, artêş di wir de derdikeve holê. Yek artêşa serdest e, yek jî artêşa bindest e. Di cihekî de artêşa tenê ji zilam heye û ev yek tê wateya ku di wir de jin tuneye. Bêguman jiyan vê rewşê piştrast dike. Wê demê bi tespîtekî giştî, divê mirov bibîne ku artêşa jinê ji bo wekheviyê dibe nirxekî bingehîn. Di vê wateyê de artêşbûna jinê, jixirakirinê zêdetir xwedî taybetmendiya afirandinê ye. Ji bo ku di çavkaniya afirandina wê de, wekhevî, aştî û dadmendî heye, xwedî taybetmendiyêk azadîxwaz e.