Yekeya pîvanê

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Yekeya pîvanê mezinahiyeke diyarkirî ji çendîniyeke fizîkî ye ku weke standardek bo pîvandina heman çendîniya fizîkî tê bikaranîn. Yeke bi rêkeftin an ji layê qanûnê ve dihên diyarkirin.

Bo nimûne, dirêjahî di fizîkê de çendîniyek e. Metre yekeya dirêjahiyê ye ku bi xwe dirêjahiyeke li pêş ve diyarkirî ye. Dema ku em dibêjin 10 metreyan (an 10 m), mebesta me 10 caran ew dirêjahiya li pêş ve diyarkirî ye.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]