YouTube
| YouTube | |
|---|---|
| Malper | www.youtube.com |
| Ziman | 76 ziman |
| Avabûn | 14ê sibatê, 2005 |
| Avaker | Chad Hurley Steve Chen Jawed Karim |
| Xwedî | |
| Dirûşm | Broadcast Yourself (kurdî: Xwe Weşîne) |
| biguhêre | |
YouTube platformeke parvekirina vîdyoyê ya serhêl a amerîkî ye ku navenda platformê li San Bruno, Kalîfornîyayê ye. YouTube di destpêkê de ji aliyê sê karmendên berê yên PayPalê, Chad Hurley, Steve Chen û Jawed Karim di sibata sala 2005an de hatiye afirandin.[1] Piştre di meha çirîya sala 2006an de platform ji aliyê Google bi 1.65 milyar dolarên amerîkî hatiye kirîn. Li gorî daneyên meha çileya 2024an de, 2,7 milyar bikarhênerên çalak ên YouTube ya mehane hebûn ku bi hev re rojane ji milyarek saet zêdetir vîdyoyan temaşe dikirin.[2] Li gorî daneyên gulana sala 2019an di nav hûrdemekê zêdetirî 500 demjimêran naverok li YouTube dihate bar kirin û li gorî daneyên sala 2024an bi tevahî nêzîkî 14,8 milyar vîdyo li platformê hatine barkirin.[3][4][5] Di roja îro de YouTube yek ji platforma herî girîng e ku li seranserê cîhanê tê bikaranîn.
Di 13ê mijdara sala 2006an de, YouTube ji aliyê Google ve bi 1.65 milyar dolarê amerîkî (wekhevî 2.39 milyar dolar di 2024an de) hatiye kirîn.[6] Piştî ku YouTube ji aliyê Google ve hatiye kirîn, Google li gel modela karsazî ya YouTube ku têne ki dahata reklaman pêk dihat, pêşkêşkirinên naverokên dravî yên wekî fîlim û naverokên taybet ên ku bi taybetî ji bo YouTube-ê hatine hilberandin li ser platformê zêde kir. YouTube bernameya Google AdSense tevlî platformê kiriye ku hem ji bo YouTube û hem jî ji bo afirînerên naveroka pejirandî dahatiyek zêdetir bi dest xistiye. Li gorî daneyên sala 2023an de, dahata reklamê ya YouTubeê gihîştiye 31.7 milyar dolarên amerîkî ku ji 31.1 milyar dolarê ku di sala 2022an de hatibû ragihandin ji %2 zêde bûye. Ji çaryeka çarem a sala 2023an heta çaryeka sêyem a sala 2024an, dahata YouTubeê ya ji reklam û abonetiyê ji 50 milyar dolaran derbas bû.[7]
Ji dema kirîna ji aliyê Google ve, YouTube ji xeynî malpera sereke; sepanên mobîlê, torê televîzyonan û şiyana girêdana bi platformên din ve li platformê hatiye zêdekirin. YouTube kategoriyên naverokên li ser platformê bi kategoriyên wek vîdyoyên muzîkê, klîb, nûçe, fîlmên kurt û fîlmên dirêj, stran, belgefîlm, fragmanên fîlman, teaser fragman, spotên TV-yê, weşanên zindî, vlog û hwd zêdekiriye. Piraniya naverokan ji aliyê bikarhêneran ve têne çêkirin û ji xeynî naverokên bikarhêneran, naverokên hevkarî yên ku di navbera YouTuber û sponsorên pargîdaniyan de têne çêkirin hene. Pargîdaniyên mezin ên medyayê, nûçe û şahiyan kanalên xwe yên YouTube-ê afirandine û bi rêya YouTube girseya xwe ya bîneran zêde kirine.
Pêkanîna YouTube
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Bingeha YouTube ji Chad Hurley û Steve Chen û Jawed Karim ve hate avakirin, ew karmendên berê yên pargîdaniya Paypal bûn. Berî vê, ew Chad Hurley, li Zanîngeha Indiana li Pensîlvanyayê xwendiye û Steve Chen û Jawed Karim zanista kompûter li zanîngeh Illinois xwendine. Di 15 sibata 2005 an de YouTube.com bûye çalak û piştre xebatên li ser vê malperê ji bo çend mehan de hate çêkirin û weke ezmûn di gulana 2005 de hat vekirin, ew bi fermî piştî şeş mehan hate vekirin.
YouTube ,9 Cotmeh 2006 de li ser Google 1,65 mîlyar firoştî hate girtin.
Karkêrên sîstemê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]YouTube Formatên Videoyan bi Formata flv bi kar tîne. Xwestinen Malperen Videoye giştî bi Formata flv tê darxistin û Dosyaye dikare Daxê.Temaşêkirina Videoyan bi Plug-in a Adobe Flash ê tê Avakirî.
AVI MPEG an jî Quicktime Videoyan Erê dike hema heta 1 GB tê hiştin.
Sîstema videoye
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Endam dikare li videoyan gilî bike, biecibîne û dikarin şîrovê û parve bikin.
Mercên bikaranînê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li ser YouTube hûn nikarin Videoye Porno(+18), tade, kuştin, Reklam û gef Daxin.
Welatên lê hatiye qedexekirin
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Brezîl
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Dadgeha li Brezîlê YouTube di 6 çile 2007 sê rojan qedexe kirin piştî weşandina siteya filmê hetikanî yê pêşkêşkêra Brezîlî ya navdar Daniella Cicarelli (Xweşdiviya kevn ya lîstikvanê futbolê Ronaldo).[çavkanî hewce ye]
Îran
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Asteng kirin ku YouTube li Îranê, di 3 kanûna pêşîn 2006 de piştî site "zînakar" hate hesibandin.[çavkanî hewce ye]
Maroko
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 25 gulana 2007, Maroko Telecom websita YouTubê hate astengkirin. Piştî pênc rojan pargîdaniyê ragihan ku, ew bi "Çewtiyeke teknîkî çêbibû û YouTub asteng hatibe tomar kirin.[çavkanî hewce ye]
Yemen
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Yemenê di dîroka 11/6/2008 ji bo sê rojan websita Youtubê sekinand.[çavkanî hewce ye]
Erebistana Siyûdî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çavdêriya Dewletê li înternetê li Erebîstana Siûdî zêde heye. YouTube li Erebistana Siûdî ne qedex ye, lê ew bi tenê bo mezinan (18 salî yan jî zêdetir serbest e) naverokên seksî an Dev avêtin bo Îslamê an bo dewletê ew qedexe ye. Ev jî hatiye dîtin ji bo astengkirina gelek kanalên cûr bi cûr û hin bêyî ku pîvanên zelal ji bo astengkirina wan berdest bike.[çavkanî hewce ye]
Taylenda
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Di 8 Adara 2007 de, ev YouTube li Taylendayê ji bo du rojan hat qedexe kirin. Di 3 nîsana 2007 dîsa careke din hat qedexe kirin, wî nehişt ku dîsa. Hikûmetê ragihand ku fîlmeke heqaretê li ser key Bhumibol Adulyadej heye. Qedexeya Youtubê di 30 tebaxa 2007 de hat rahiştin.[çavkanî hewce ye]
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "YouTube turns 20! The numbers behind the platform". BBC Bitesize (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
- ^ "You know what's cool? A billion hours". blog.youtube (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
- ^ Hale, James (7 gulan 2019). "More Than 500 Hours Of Content Are Now Being Uploaded To YouTube Every Minute". Tubefilter (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
- ^ Neufeld, Dorothy (27 kanûna paşîn 2021). "The 50 Most Visited Websites in the World". Visual Capitalist (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
- ^ "How a computer that 'drunk dials' videos is exposing YouTube's secrets". www.bbc.com (bi îngilîziya brîtanî). 23 nîsan 2025. Roja gihiştinê 11 îlon 2025.
- ^ "How did Google become the world's most valuable company?". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 1 sibat 2016. Roja gihiştinê 16 îlon 2025.
- ^ Langley, Hugh. "Here's what Google's new finance chief will need to do to keep investors happy". Business Insider (bi îngilîziya amerîkî). Roja gihiştinê 16 îlon 2025.