Zarî (Êsferayin)

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zerî, gundekî ser bi bajarê Esferayen ê ser bi parêzgeha Xorasana Bakûr a Îranê ye.Zimanê xelkê vî gundê kurdiya kurmancî ye .Kalîmullah Tevahodî (pirtuka Êsferayin , dohû û îro 1995) li pirtûka xwe dibêje xelkê vî gunda ji eşîra Pehlevanlû û ji eşîra mezin a Zafranlûyan in .Pehlavanlû li bakurê Quçanê, li herêma Durbadamê dijiyan.Di 20 şewala sala 1318 hicrî de koçî çiyayên navbera Şêrvan û Êsferayinê kirin û havîngeha xwe firîtin eşîra Sêvkanlû ya li Oqazê û piştê re belav bûn.Hinek jî hatine quntara başûrê çiyayên Salûkê û li kêleka gundê Tûy bi cih bûne û gundê Zarî ava kirine.Berhema çapkirî ya vê belgeyê di cilda yekem a tevgera dîrokî ya Kurd berve alî Xurasanê (Kelîmullah Tevehodî) de hatîye weşandin.