Zerika zer

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Hepatît A (Hepatitis A) an bi kurdî Zerika Zer yek ji nexweşiyên mîkrobîk û bisaw e.

Vîrusên vê nexweşiyê di 15-50 rojî de kurtbûnê diqedînin û dest bi ziyanê dikin. Nexweşî dikare bi mangan (mehan) bidome. Ti carî nabe kronîk û serî de li zarokan û kesên derziya parastinê nekirine peyda dibe. Li welatên ku sazûmaniyeke birêkûpêk a tenduristiyê nîne zêdê ye. Pirranî li Asya, Tirkiye, Rûsya, Îndonezya. Efrîqa, Latîn Amerîka hwd peyda dibe. Li Ewropayê nîne. Mixabin li Kurdistanê hêj gelek e.

Hin sîmptomên Zerika Zer[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Piştî nêzîkî 28 rojên bisawêketinê madelihevketin,
  • Verêş,
  • Serêş
  • Zêdetîna laş
  • Îshel
  • Rengê zer ê mîzê
  • Rengê vekirî yê destava mezin

Wekî cureyên din yên Zerikê bixetere nîne.

Di bijîşkiya gelêrî ya Kurdî de terapî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li Kurdistanê di bijîşkiya gelêrî de terapiya wê biserkeftin tê kirin. Di bijîşkiya gelêrî ya kurdî de cihê sîstema parastinê bingeh û mezin e. Hepatît A bi şokekirina îmmûnsîstemê tê terapî kirin. Bo mînak ji çermên nexweş ên nerm (guh, serê poz hwd) hindik xwîn tê derkirin. Bi êşeke piçûk û ji gelek kanan tê xwastîn ku îmmûnsîstem şoke bibe, têkeve alarmê. Bi saxbûna wan birînên piçûk, bêî derman Hepatît A saxdibe.

Terapiya bijîşkiya nûjen[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Herî kêm sê car derziya parastinê ya dijî Hepatît A´yê ye tê kirin. Bingehê terapiyê ev e. Dîsa hîjyen gelek girîng e.