Zerka zera

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

ZÊRKA ZÊRA

Zêrka Zêra û sê keçikên hevalê wê bi hevre diçine daran. Dayîka Zêrka Zêra tûrikê wan ji mewîja, helîl, basîk û noka tijî dike, dibêje hunê li çiyê birçî bibin, vana ji xwe re bixwin. Zêrka Zêra û hevale xwe diçine çiyê, darê xwe dikin û hejikê xwe kom dikin. Piştre dirûnin nok û mewîjê xwe dideynin ser lateke paqij, xwe bi wa miştûxil dikin û ji xwere xeberdidin. Piştî ku xwarina xwe dixwin, dirabin piştiyê xwe yê dara çêdikin, dijdênin. Hinekî diwestin, dibêjin ka em serê hevdu seh kin. Hemû serê hevdu seh dikin. Wextê serê Zêrka Zêra seh dikin xew dikeve çavên Zêrka Zêra de û ew diraze .Hevalê wê kir û nakin Zêrka Zêra ji xew ranekir. Roj jî a li ber avaye, ji êvarî ra nîv seat mayî ye. Hevalê wê cilika Zêrka Zêra dikine bin serê wê de, piştiyê xwe didine pişta xwe û berê xwe didine gund, diçine mala xwe. keçik têne malê. Diya Zêrka Zêra dibêje: -ma kanî keça min? Hevalê wê dibêjin -wella Zêrka Zêra razabû û me kir û nekir ji xew ranebû wext nemabû, em jî mecbur man, me dev jê berda û em bilez hatin malê.

Axir, Zêrka Zêra di wê reşa nîve şevê de li çiyaye Cûdî bi tenê ye û di xeweke şîrîn de diraze, heya wê ji bayê feleke tune ye. Zêrka Zêra ji xew dirabe ku va nîvê şevê, reşê heyvê ye… Ji tirsa behitiye, dirabe ser piyên xwe û diraje piştiya xwe, dixwaze bide pişta xwe. Dike û nake nikare piştiya xwe ji êrdê rake. Mâluma Hût xwe kiriye nav piştiya wê de… Dirabe milek hejik ji piştiye xwe diaveje û dike go bide pişta xwe, lê dîsa nikare ji erdê rake. Dido-sisê milê dî jî, ji hejikê xwe diavêje heta ku takek hejik bi tenê dimêne… Hê di vî halî de, Hût diraje Zêrka Zêra dide milê xwe û dibe wê dike şikefta xwe ya di qûntara çiyayê Cudî de. Şikefteke gelekî kûr û asê ye, ji bo vê yekê Zêrka Zêra nikare ji şikeftê derkeve. Hût jî her roj diçe neçîrê. Dîsa rojekî ji va rojan, Hut çûye nêçîrê…. Wexta ku ji neçîrê tê, kopalekî dirêj li ser milê wî ye, kopalê xwe ji rûviyan, ji kîvrojkan, ji teyrikan, ji turikan û ji kewan dagirtiye. Hût nezîkî şikeftê dibe û kopale xwe yê dagirtî dibe mirrrr diavêje şikeftê. Hût her roj di vî mîadî de diçe neçîrê û tê. Şivanê pezê malbavanan Zêrka Zêra jî her roj pezê xwe têne mêrga mezin, ji bo ku bide çêrandin. Mêrga mezin jî, li nezîkê şikefta ku Zêrka Zêra têde hepiskirîye. Şivan nizane ku Zêrkazera a li nezîkî wî ye. Nêriyekî wî Şivanî heye, her roj wextê ku dibe nezîkê berêvarê wûnda dibe, lê piştî nîv seetî tê. Şivan ecêbmayî dimêne, dibe yaw li serî vî çiyayî ev nêrî bi kûde diçe, çi dixwe? Rojekî Şivan dibe wellah ezê li pey vî nêrî çim bê ka diçe kû derê. Berêvarkî dîsa nêriyê me dikeve ser rê de, berê xwe dide şikeftê di dora wê de diçe û te… Şivan diçe ser şikeftê dibakê ka hinek di vê şikeftê de hene an na. Dengek ji şikeftê tê, deng dengê Zêrka Zêra ye… Şivan deng nas dike. Zêrka Zêra dibêje: Wa Şivano, şivanê mala bavêêê minoooo, pez berdaye mêrga mezinoooo…” û dûv re hal û meselê, ya ku hatiye serê wê, ji Şivan re dibêje. Zêrka zêra: Wa Şivanê mala bavê mino, here gund bêje bavê min û heft birayê minoooo, bila werîsê heft gundan, heft bêran û heft tevran bênin û werin min ji vê şkeftê derênin û ji Hût xelaskin. Di nava vê sala derbasbûyî de, heft zarokê Hût û Zêrka Zêra çebûne. Zêrka Zêra dibêje zarokê xwe “Ez ê çime mala xalo, kevçîkê kuto kuto ji were bînim.” Şivanê mala bave Zêrka Zêra diçe gund, ji dê û bavê wêre dibêje, - min keça we li çiye dîtiye, hal û mesela wê ev e. Wextekî ku Hût diçe neçîrê, malbata Zêrka Zêra kar û barê xwe dikin û tên wê ji şkeftê diderênin û dibine malê. Hût ji neçîrê tê ku va Zêrka Zêra ne li malê ye… Dibêje zaroka: - Ka diya we?

Zarok dibêjin - wellah diya me got, ezê çime mala xalo, kevçîkê kuto kuto ji were bênim. Hût dikê here, dibe çawa be û çilo be jî ez ê dîse birevênim. Hût cilne feqîra yê mîna ku ewên li gunda digerin, li xwe dike û tûrikekî dide milê xwe diçe gundê Zêrka zêra, li devê deriyê mala Zêrka Zêra disekine…Li derî dide (teq…teq…teq). Dayika Zêrka Zêra derî vedike. Hût dibêje “Ez feqîrekî Xwedê me, ez ji xwe re digerim li gundan û bajaran, bi xêra xwe hun karin hinek nîsk, savar an jî pera bidin min?” Dayika Zêrka Zêra dibêje -Ser sera û ser çava, ma insanetî miriye. pênc deqeya li vir bisekine ezê herime hindirû ji tere tiştna bênim. Zêrka Zêra tê, dimêzêne ka kîye li devê derî, ku çawa çav bi wî zilamî dikeve nasdike ku va Hût bixwe ye… Zêrka Zêra qîra dide : - Wa yadêêêêêê va Hût e, wê min bibe!… Ciya Zêrka Zêra îşê xwe Ji Zêrka Zêra na êne, dibe - Hûtê çi û halê çi, ew feqîrekî xwedê ye… Û li hindirê malê tiştna hazir dike ji bo feqîr! Lê ma çi , Hût xwe zer dike Zêrka zêra, wê digre û wê careke din direvîne. Çiroka me li nav zeviyan rehm li dê û bavê me hemuyan.