Zeryaçeya Titicaca
Xuyakirin
Zeryaçeya Titicaca yan gola Titicaca (bilêvkirina kurdî Tîtîkaka; bi zimanê qîçwa: Titiqaqa qucha, bi spanî: Lago Titicaca) goleke mezin e di tixûbê Bolîvya û Perûyê de. Li parzemîna başûrê Amerîkayê ye.
Rûerda wê 8.288 km² ye û di nava Çiyayên Andê de ye. Gola ku axa wê herî bilind e. Ji rûyê avê 3.830 m bilindahiyê de ye. 194 km dirêjahî, 65 km firehî, kêmzêde 140-180 m jî kûr e. Cihê herî kûr ê golê 280 m ye.
Zêdetirî 25 çem diherikin ser golê. Gelek girav hene li ser golê û li wan bermahiyên girîngên Înkayan hene.
Navê xwe ji efsaneyeke Înkayan digire û wateya wê zinarê pûmayê ye. Dema mirov ji jor li golê binêre dişibe serê pûmayê. Hin giravên cih diguherin lê hene.
Ev gotara ji bo golekê şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |