Perû

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
República del Perú
Komara Perûyê
Ala Perû Arma Perû
(Ala) (Nîşan)
Gotina netewî: Firme y feliz por la unión
(Spanî: Aramî û Dilşa bi Yekitî ye)
Sirûda netewî: Somos libres, seámoslo siempre
Peru (orthographic projection).svg
Zimanên fermî Spanî, kîçwa (Kichwa) û aymara


Paytext Lîma
12°02′Bş 77°01′Ra / 12.033°Bş 77.017°Ra / -12.033; -77.017
Bajarê mezin Lîma
Sîstema siyasî Komarî
 - Serokdewlet
 - Serokwezîr
Pedro Castillo
Aníbal Torres
Rûerd
 - Giştî
 - Av (%)

1.285.220 km2
0,4
Gelhe
 - Giştî (2015)
 - Berbelavî

31 151 643 kes
24,2 kes/km2
Serxwebûn 28'ê pûşperê 1821 ji Spanya
Dirav Nuevo Sol (PEN)
Dem UTC-5
Nîşana înternetê .pe
Koda telefonê +51
Nexşe Perû
Nexşe Perû

Perû (spanî República del Perú, fermî Komara Perûyê) yek ji dewletên Amerîkaya Başûr e. Ew li bakur Ekuador û Kolombiya, li rojhilat Brezîl, li başûr-rojhilat Bolîvya, li başûr Şîle û li rojava jî Pasîfîk re sînor kirî ye. Li başûr û rojavayê welêt bi Okyanûsa Pasîfîk ve tê sînorkirin.

Perû welatek pirreng e ku xwedan jîngehên cuda ye, wek deştên hişk ên herêma peravê Pasîfîkê li rojava, lûtkeyên çiyayên Andê yên ku ji bakur berbi başûrê rojhilatê welêt dirêj dibin, û daristanên baranê yên tropîkal ên Amazonê li rojhilat bi Çemê Amazonê.[1]

Gelheya Perûyê 34 mîlyon e û paytext û bajarê herî mezin Lîma ye. Bi 1,28 mîlyon km2, Perû 19emîn welatê herî mezin ê cîhanê ye, û yê sêyemîn mezintirîn li Amerîkaya Başûr.

Dîrok[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serdema pêş-kolonyal[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Xaka Perûyê di heyamên kevnar û navîn de malê çend çandan bû, û xwedan yek ji dirêjtirîn dîroka şaristaniyê ya her welatekî ye, ku mîrata xwe vedigere hezarsala 10an BZ. Di nav çand û şaristaniyên pêş-kolonyal de şaristaniya Caral-Supe (şaristaniya herî pêşîn a li Amerîkayê û yek ji dergûşên şaristaniyê tê hesibandin), çanda Nazca, împaratoriyên Warî û Tiwanaku, Padîşahiya Cusco, û Împaratoriya Inca, dewleta herî mezin a naskirî ya li Amerîkaya pêş-kolombiyayê, hene.

Serdema kolonyal heya serxwebûnê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Împaratoriya Spanyayê di sedsala 16an de piştî zeftkirina herêmê cîgirek ava kir, ya ku piraniya herêmên wê yên Amerîkaya Başûr, bi paytexta wê Lîma, dihewand. Xwendina bilind li Amerîka bi damezrandina fermî ya Zanîngeha Neteweyî ya San Marcos li Lîmayê di sala 1551an de dest pê kir. Perû di sala 1821an de bi fermî serxwebûna xwe îlan kir, û piştî kampanyayên leşkerî yên biyanî yên José de San Martín û Simón Bolívar, û şerê diyarker ê Ayacucho, Perû di sala 1824an de serxwebûna xwe bidest xist.

Ji serxwebûnê heya îro[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Di salên paşîn de, welat pirsigrêka bêîstîqrariya siyasî kişand heya ku ji ber bikaranîna madeya guano serdemek aramiya aborî û siyasî dest pê kir. Dûv re, Şerê Pasîfîkê (18791884) bi Şîlî re Perûyê xiste krîzê, ku ji vê yekê olîgarşiyê bi riya Partiya Civilista desthilatdarî girt.

Di sedsala 20an de, welat bi derbeyan, tevliheviyên civakî, û nakokiyên navxweyî derbas bû, her weha serdemên aramî û bilindbûna aborî tê de. Di salên 1990an de, welat di bin rêberiya Alberto Fujimori de modelek aborî ya neolîberal pêk anî, bi îdeolojiya wî ya siyasî ya Fujîmorîzmê ku rêveberiya Perû heya roja îro bi kulta kesayetiyê vedihewîne.[2] Dema ku di salên 2000an de ku geşbûna kelûpelan pêk hat, Peru serdemek mezinbûna aborî ya domdar û kêmbûna xizaniyê dît. Di nav salên 2010an û heya salên 2020an de, krîzên siyasî û pandemiya COVID-19 li Perûyê qelsiyên dirêj ên tunebûna fonksiyona siyasî ya milet eşkere kirin. Digel vê yekê eşkere bû ku hikûmet êdî nikare karûbarên civakî ji bo hemwelatiyên xwe pêk bîne, û aloziyen giran û berfireh ji sala 2023an dest pê kirine. Gel bi fikar e ku rêberên siyasî li Lîmayê li hikûmetek otorîtertir digerin.[3] Pêvajoya lêpirsîna parlamentoyê di makezagona 1993an a Perûyê bi awayekî berfireh û kêfî tê şîrove kirin. Wekî din, biryarek ji hêla Dadgeha Destûra Bingehîn a Perû ve di sibata 2023an de kontrola bêkêmasî ya kongreyê li ser hukûmeta Perûyê da.[4][5][6] Ji ber protestoyên bêsekin, li paytext Lîma heya 2ê hezîrana 2023an rewşa awarte heye.[7]

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiya[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên Perûyê herî bilind Nevado Huascarán (6.768 m), Yerupaja (6.634 m), Coropuna (6.425 m), Ampato (6.310 m), Chachani (6.075 m) û Volcán Misti (5.822 m) ne.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemên Perûye herî gering Amazon û milênRío Apurímac, Río Urubamba, Río Ucayali, Río Marañón, Napo, Putumayo û Huallaga ne.

Golên xweya herî mezin Titicaca û Lago Junín ne.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dewleta serwer a Perûyê komarek demokratîk a nûner e ku li 25 herêman hatiye dabeş kirin. Perû xwedan asteke bilind a pêşkeftina mirovî ye[8] bi asta dahata navîn a jorîn[9] ku di rêza 82yemîn de li ser Îndeksa Pêşkeftina Mirovî ye.[10] Bi rêjeya mezinbûna navînî% 5.9 (di sala 2017 de) Perû yek ji aboriyên herî dewlemend ên herêmê ye[11]. Bi navînî 9.6% (li gorî 2018) ew yek ji leztirîn rêjeyên mezinbûna pîşesaziyê ya cîhanê ye.[12] Çalakiyên wê yên aborî yên sereke ji madenê, manufakturê, çandinî û masîgirtinê pêk tên, ligel beşên din ên mezinbûnê yên wekî telekomunîkasyon û biyoteknolojiyê.[13]

Welat beşek ji The Pacific Pumas e, komeke siyasî û aborî ya welatên li ser peravên Pasîfîkê yên Amerîkaya Latîn: Meylên wan ên hevpar hene, wek mezinbûna erênî, bingehên makroaborî yên bi îstîqrar, rêvebirinek çêtir û vebûnek ji entegrasyona gerdûnî re.

Peru di azadiya civakî de di rêza bilind de ye;[14] ew endamek çalak a Hevkariya Aborî ya Asya-Pasîfîkê, Hevbendiya Pasîfîk, Peymana Berfereh û Pêşverû ya Hevkariya Trans-Pasîfîk û Rêxistina Bazirganiya Cîhanê ye. Herwiha, Perû wek hêzeke navîn jî tê hesibandin.[15]

Gel[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Komên etnîkî li Peru (sal 2017)[16]
Komên Etnîkî Ji sedî
Mestizo
  
60.2%
Quechua
  
22.3%
White
  
5.9%
Afro-Peruvian
  
3.6%
Aymara
  
2.4%
Yên din
  
2.3%
Yên ne diyar
  
3.3%

Piraniya gelheya Perûyê, wek li Bolîvya û Guatemalayê, ji xwecihên amerîkî pêk tê. Wekî din, gelên mestizos, ewropî, afrîkî û asyayî jî li welêt hene. Zimanên ku tên axaftin kîşwa (40%), aymara (5%) û zimanên din ên herêmî ne, ji bilî spanî, zimanê sereke yê axaftinê.

Bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Bajarê herî mezin ê Perûyê bi nifûseke 7.363.069 kes Lima ye. Ji pê Lima re jî Trujillo (861.044), Arequipa (860.000), Callao (824.329), Chiclayo (634.600) û Iquitos (400.000) tên.

Li nêzî bajarê Cuzcos şiwîna Înkayan Machu Picchu he ye.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 22 hezîran 2014. Ji orîjînalê (PDF) di 22 hezîran 2014 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  2. Villalba, Fernando Velásquez (22 tebax 2022). "A TOTALIDADE NEOLIBERAL-FUJIMORISTA: ESTIGMATIZAÇÃO E COLONIALIDADE NO PERU CONTEMPORÂNEO". Revista Brasileira de Ciências Sociais (bi portugalî). 37: e3710906. doi:10.1590/3710906/2022. ISSN 0102-6909.
  3. B, Gonzalo; January 12, a |; 2023. "At Peru Protests' Epicenter, Rage—And a Sense of Betrayal". Americas Quarterly (bi American English). Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: numeric names: lîsteya nivîskaran (link)
  4. "EL PROFE. CÓMO PEDRO CASTILLO SE CONVIRTIÓ EN PRESIDENTE DEL PERÚ Y QUÉ PASARÁ A CONTINUACIÓN – Fondo Editorial del IEP" (bi spanî). Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  5. Romero, César. "Tribunal Constitucional falla a favor del Congreso, que tendrá un poder absoluto y sin control judicial". larepublica.pe (bi spanî). Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  6. Romero, César. "El Tribunal Constitucional está destruyendo el régimen democrático del país". larepublica.pe (bi spanî). Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  7. Saavedra, Narda. "Marcha en Lima: así fueron las protestas contra Dina Boluarte este 3 de febrero". larepublica.pe (bi spanî). Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  8. "| Human Development Reports". web.archive.org. 28 kanûna pêşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 28 kanûna pêşîn 2017. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  9. "Peru | Data". web.archive.org. 8 çiriya paşîn 2016. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 8 çiriya paşîn 2016. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  10. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 13 kanûna paşîn 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 13 kanûna paşîn 2017. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  11. "Peru Overview". web.archive.org. 5 gulan 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 5 gulan 2017. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  12. "The World Factbook — Central Intelligence Agency". web.archive.org. 7 tîrmeh 2018. Ji orîjînalê di 7 tîrmeh 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  13. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 24 nîsan 2018. Ji orîjînalê (PDF) di 24 nîsan 2018 de hat arşîvkirin. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.
  14. "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. 27 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 27 tîrmeh 2017. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  15. "Routledge Handbook of Diplomacy and Statecraft - Google Books". web.archive.org. 17 nîsan 2021. Ji orîjînalê hat arşîvkirin li 17 nîsan 2021. Roja wergirtinê: 12 adar 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (link)
  16. "Perú: Perfil Sociodemográfico" (PDF). Instituto Nacional de Estadística e Informática. r. 214. Ji orîjînalê di 11 sibat 2020 de hat arşîvkirin (PDF). Roja wergirtinê: 27 îlon 2018.