Zeynep Kınacı

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zeynep Kinaci (Zîlan) hat beralîkirin)
Zeynep Kınacı

Zeynep Kınacı, bi bernavkê xwe Zîlan dihat naskirin, (z. 1972 li Elmalî, Meletî − m. 1996 li Dêrsimê) endameke gerîlaya PKKê bû.

Kurtejiyana wê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zîlan, di sala 1972an de li gundê Elmalî (Mamurek) yê Meletiyê hatiye dinyayê. Ew zaroka malbateke rewşa wê asayî bû. Zîlan, ji Zanîngeha İnönü ya Meletiyê ji beşa şêwirmendiya psîkolojîk destûryar bû û berî ku tevlî nav refên gerîla bibe, li nexweşxaneya dewletê ya Meletiyê dixebitî.

Dema ku li dibistana amadehiyê dixwend, bû xwediyê nêrînên çep û têkiliya wê ya bi fikrên kurdîtiyê zêde bû. Lê belê Zîlan di vê demê de nêzî ti rêçê nebûbû. Di salên zanîngehê de sempatiya wê ya ji PKKê re pêş ket.

Zîlan, di sala 1994an de li Edeneyê dest bi meşandina xebatên girseyî kir û di sala 1995an de tevlî nav PKKê bû. Di 30 hezîrana 1996an de li Qada Komarê ya Dêrsîmê li hemberî leşkerên tirk ku derindêze alayê dikirin, Zîlan çalakiyeke cangorî pêk anîn.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]