Meletî

Navçeya Meletiyê
Malatya
Bajarê Melediyê
Navçe
Welat Bakurê Kurdistanê
Dûgel Tirkiye
Parêzgeh Meletî
Serbajar Meletî

Hejmara nahiyan 2 nahiye
Hejmara bajarokan 10 bajarok
Hejmara gundan 44 gund

Gelhe (2009) 456.813[1] kes
Rûerd 922 km2
Berbelavî 495,46 kes/km2
Bajarê navendî
Gelhe (2009) 388.590 kes
Koordînat 38°21′6″Bk 38°18′53″Rh / 38.35167°Bk 38.31472°Rh / 38.35167; 38.31472
Bilindayî 960 m
Koda postayê 44 xxx
Koda telefonê (+90) 422
Meletî li ser nexşeya Tirkiye nîşan dide
Meletî
Meletî
Meletî (Tirkiye)
Meletî li ser nexşeya Bakurê Kurdistanê nîşan dide
Meletî
Meletî
Meletî (Bakurê Kurdistanê)
Meletî li ser nexşeya Meletî nîşan dide
Meletî
Meletî
Meletî (Meletî)

Meletî yan jî Meledî[2] (1928: ملاطيه / Melatiye; bi tirkî, Malatya) bajarekî Bakurê Kurdistanê ye ku dikeve tixûbên Tirkiyeyê.

Nav[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Navê bajar di çavkaniyên asurî û Urartû de wek Maldiye, Melite, Melid, Melide û di dema Împeratoriya Romê de jî wek Melita û Melidena hatiye gotin. Nav piştre wek Meletî, Meladya û Malatya hatiye guhertin.

Kronolojiya bajêr[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Berî zayînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 1650-1200, dema hîtîtiyan
  • 1100-824, dema asûriyan
  • 804-743, dema urartiyan
  • 743-612, dema asûriyan (II)
  • 612-550, dema medan
  • 550-331, dema persan (farisan)
  • 66, dema romayiyan

Piştî zayînê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • 385, dema bîzansiyan
  • 656, dema ereban
  • 740-980, bajar di navbera ereb û bizansiyan pir caran dest diguhere.
  • 985 dema Merwaniyan
  • 1095, dema selçûkiyan
  • 1191 dema Eyûbiyan
  • 1399, dema osmaniyan

Erdnîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Avûhewa[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê îklîmek reşhayî heye. Zivistanan sar, havînan jî germ û zuha derbas dibe. Li hrla deşta Melediyê seqayeke wek Behra Spî (zivistanan hênik) jî hikum dike.

Çiyayên herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çiyayên bilind yê herêmê li ser çiyarêzên Melediyê, çiyayê Şîlan e (2.545 m). Bilindbûna Çiyayê Derbendê jî 2.428 m ye ku çiya li ser çiyarêzên Nûrhaq ê ye. Kepez (2.140 m), Gayrik (2.306 m )

Deşt, zozan û gelî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  • Deşta Melediyê: di navbera geliya Toxma û Firatê de ye. Mezinbûna wî 830 km² ye.
  • Deştên Îzoliyan: ji deştên ku li derudore çemên Feradê kom bûne pêk tên.
  • Geliya Firatê (li derudore çemê Firatê) ye, geliya Toxma jî li derudore çemê Toxma yê ye.

Çem û Gol[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çemê Firatê û piraniya şaxên Firatê di nav sinorên herêmê de diherêkin.

  • Çemê Firat: ji gola Kebanê dertê. Çemê herî dirêj ê Kurdistanê ye. Di nav sê welaten de diherêke û dikeve behra Basrayê.
  • Çemê Toxma: ji çiyayê taxtali dertê û li deşta Melediyê yê bi Firatê ve xwe girê dide.

Li herêmê gol tunene, tenê li serê çiya, ciyên ku çavkaniyên çeman jê dertên hinek golên biçûk ava bûne.

Babetên heywanan[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê pir babetên teyrên kovî dijên. Wek werdek, qaz, kew, leglek, qertel û baz. Li herêmê gur, rûvî, keroşk û berazên kovî jî hene. Li herêmê gel bi kedîkirina heywanan ji mijûl dibe.

Sermijar û Navçeyên Bajêr (2013)[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Tevahî sermijarî herêmê (tevlî gundan) 504.965 e.

Aborî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Serwetên bin erdê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê alûmîniyûm, sifir, hesin, krom, asbest û lînyît ji bin erdê dertên.

Ciyên turîstîk, dîrokî û gerê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Li herêmê şînahî pir zêde tuneye. Lê hinek deveran wek baxçeyên Tacde, Gunduzbeyî û Xorata ji bo seyranan musaîd in. Germavên herêmê (wek Rotûkan û Îspendere) jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin. Ciyên dîrokî wek girên Cafer, Degirmentepe, Pîrot û kela Melediyê û mizgeftên kevn yê herêmê jî ji alî gel ve tên ziyaret kirin.

Çand û Hûner[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Ol û Civak[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Sermijar Misilman in û ji Zerdeştîtî/Êzdîtî ango Elewî û Sûnnîyan pêk tê. Di nav gel de li cem Sûnnîyan şêxîtî û li cem Elewîyan ango Zerdeştîtî/Êzdîtî jî pîrîtî rolek mezin dilîze. Sermijar herêmê ji Kurd û Tirkan pêk tê.

Xwarênên Herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Kaxiz kebab bi balîcan: di siniyek de balîcan tên rêz kirin. Bi serde goştê ku di nav kaxiz de pêçayî tê danîn. Di firnê de 2 saet tê kelandin û bi nanê loş tê xwarin.

Kincên Herêmê[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Jinên herêmê li hinek deveran çarşeve reş li xwe dikin. Carna jî pêştemalek ku jê re dibêjin "bervanik" li serê xwe girê didin. Ji şarpa keçên ciwan re dibêjin "çinko". Di hundirê çarşefê de kincek ku jê re dibêjin "zibûn" û di binî de jî şalwar li xwe dikin. Pêlavên lastîk û gorên ji hirî di nigan de hene.

Zilam kum didin serê xwe. Di ser şalwar de jî îşlik û êlek li xwe dikin.

Navdarên bajar[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ tuik, 2009
  2. ^ Dr. Ebdulla Ghafor (2000). Kurdistan: Dabeşî kargêrî terrîtorî 1927-1997. Stockholm.