Zeynep Oduncu

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Zeynep Oduncu (jdb. 1ê çileya sala 1989an li Kercos, Êlih, Bakurê Kurdistanê) bernamekarê kompîturê û siyasetmedara kurd e. Oduncu parlamentera serdema 28an a Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan a Êlihê ye.[1]

Jînenîgarî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zeynep Oduncu di sala 1987an de li navçeya Kercos a Êlihê ji dayik bûye û dibistana seretayî û navîn li heman navçeyê qedandiye. Li ya Dibistana Pîşeyî Ya Bilind a Tetwanê ya Zanîngeha Wanê beşa bernameya teknolojiya kompîturê xwendiye. Oduncu piştê xwendina xwe ya zanîngehê di Wezareta Perwerdehiyê û saziyên taybet de xebitiye.[2]

Kariyera siyasî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Zeynep Oduncu di hilbijartinên herêmî yên sala 2014an de ji Partiya Herêmên Demokratîk weke hevşaredarê şaredariyê hat hilbijartin û di sala 2016an de wezîfeya wê ji ji aliyê hikumeta Recep Tayyip Erdogan ve hatiye desteserkirin û qeyûm hatiye tayînkirin.

Di hilbijartinên herêmî yên sala 2019an de dibe namzetê şaredariya Kercosê.

Di hilbijartinên giştî ya gulana sala 2023an de wek perlamentera serdema 28an a partiya Çepa Kesk ya Êlihê hatiye hilbijartin.[3]

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Zeynep Oduncu (Arşîva Meclîsê)". www.tbmm.gov.tr. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2023.
  2. ^ Şafak, Yeni (20 çiriya paşîn 2023). "Namzeta Şaredara Batmanê ya Gercûşê Zeynep Oduncu kî ye?". Yeni Şafak (bi tirkî). Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2023.
  3. ^ "Namzeta rêza 2yem a Partiya Çep a Keskan/HDP ya Êlihê Zeynep Oduncu kî ye?". web.archive.org. 10 nîsan 2023. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 10 nîsan 2023. Roja gihiştinê 20 çiriya paşîn 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)