Zimanê îndonezî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Îndonezî
Bahasa Indonesia
Welatên lê tê axaftin Îndonezya
Tîmora Rojhilat
Axiverên zimanê zikmakî ~ 225 milyon
Malbata zimanî Zimanên awistronezyayî
  • Îndonezî
Şiklê kevn
Rewşa fermî
Welatên lê zimanê fermî ye  Îndonezya
Sazkerên zimên Badan Pengembangan dan Pembinaan Bahasa
Kodên zimanî
ISO 639-1 id
ISO 639-2 ind
ISO 639-3 ind

     Îndonezî zimanê fermî ye.     Îndonezî zimanê hindik e.

Îndonêzî (bi îndonezî: Bahasa Indonesia) zimanê fermî û neteweyî yê Îndonezyayê ye ku jî yek zaraveyên Zimanê malayî ye hatiye standardkirin. Endonezya çarem neteweya herî qelebalix a li cîhanê ye û bi zêdetirî 279 milyon welatiyên ku piraniya wan bi îndonezyayî diaxivin zimanê îndonezî dike yek ji zimanên herî berfirehê li cîhanê.[1] Ferhenga îndonezî ji zimanên cihêreng ên ku di nav zimanan de javanî, sundanî, minangkabauyî, bugineseyî, banjareseyî, erebî, holendî, portekîzî û ji zimanê îngilîzî bi bandor bûye. Di zimanê îndonezî de gelek peyvên biyanî hene ku li gorî rêzikên dengnasî û rêzimanî yên Îndonezyayê hatine adaptekirin.

Piraniya îndoneziyan ji xeynî axaftina bi zimanê neteweyî bi herî kêm yek ji 700 zimanên xwemalî yên herêmî dikarin biaxivin ku nav van zimanê herêmî de javanî û sundanî heye ku bi gelemperî li malê û di nav civakên herêmî de têne bikaranîn.[2][3] Ligel axaftina zimanê herêmî piraniya perwerdehiya fermî û piraniya medyayên mezinê neteweyî, rêveberî, rêveberî û dadwerî û awayên din ên ragihandinê zimanê îndonezî bikar tînin.[4]

Di bin desthilatdariya Endonezyayê de ji sala 1976an heta sala 1999an, zimanê îndonezî wekî zimanê fermî yê Tîmora Rojhilat hatiye diyar kirin. Li gorî destûra bingehîn a welat zimanê îndonezî bi zimanê îngilîzî re xwedî statuya zimanê xebatê ye. Di mijdara sala 2023an de zimanê îndonezî wekî yek ji zimanên fermî yên Konferansa Giştî ya UNESCOyê hate pejirandin.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "James Sneddon". Wikipedia (bi îngilîzî). 9 kanûna paşîn 2023.
  2. ^ Post, The Jakarta. "Indigenous language policy as a national cultural strategy - National". The Jakarta Post (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 6 adar 2024.
  3. ^ "Wayback Machine" (PDF). web.archive.org. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 9 kanûna paşîn 2014. Roja gihiştinê 6 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ "Wayback Machine". web.archive.org. 25 kanûna pêşîn 2010. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 25 kanûna pêşîn 2010. Roja gihiştinê 6 adar 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)

Giredanê derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]