Zimanê şelhî
Xuyakirin
| Şelhî | ||
|---|---|---|
| Taclḥit - ⵜⴰⵛⵍⵃⵉⵜ | ||
| Welatên lê tê axaftin | ||
| Axiverên zimanê zikmakî | 7.200.000 (2016) | |
| Malbata zimanî | Zimanê amazigh
| |
| Awayên kevn | ||
| Kodên zimanî | ||
| ISO 639-3 | shi | |
Firehbûna zimanê şelhî (bi rengê sor) | ||
Şelhî (bi şelhî: ⵜⴰⵛⵍⵃⵉⵜ, taclḥit) zimanekî berberî ye. Şelhî zimanê xelkê şelh e û li başûr rojavayê Fasê ji hêla zêdeyî heşt milyon kesî ve tê axivîn.[1]
Zimanê şelhî li rojavaya çiyayên Atlasa Bilind û herêmên li başûr heya çemê Draa, di nava Antî-Atlas û hewza aluvî ya çemê Sous de xeber didin. Niştecihên navenda bajarê Agadirê (nifûsa wî 400.000 kes e) û bajarên mezin ên din wek Guelmim, Taroudant, Oulad Teima, Tiznit û Ouarzazate jî şelhîaxiv in.
Çavkanî
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]- ^ "Tachelhit". Ethnologue (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2021.
Girêdanên derve
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
| Ev gotara têkildarî zimên şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |