Maroko
المغرب al-Maghrib | |||||
المملكة المغربية al-Mamlaka al-Maghribiyya | |||||
Keyaniya Meẍribê Merakeş | |||||
| |||||
Sirûda netewî: Hymne Chérifien | |||||
![]() | |||||
Zimanên fermî | Erebî[1] Amazigh[2]
| ||||
Paytext | Rabat 34°02′Bk 06°51′Ra / 34.033°Bk 6.850°Ra | ||||
Bajarê mezin | Kazablanka | ||||
Sîstema siyasî | Keyîtî | ||||
- Key - Serekwezîr |
Mihemedê Şeşem Abbas El Fassi | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
710.850 km2 0,056 | ||||
Gelhe - Giştî (2009) - Berbelavî |
31.671.474 kes 70,9 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | - 2'ê adarê 1956 ji Fransayê, - 7'ê avrêlê 1956 ji Spanyayê | ||||
Dirav | Derhemê mexribî | ||||
Dem | GMT+1 | ||||
Nîşana înternetê | .ma | ||||
Koda telefonê | +212 |
Maroko, Merakeş, Meẍrib (bi erebî: المغرب al-Maghrib) an jî bi navê xwe yê fermî Keyatiya Meẍribê (bi erebî: المملكة المغربية al-Mamlaka al-Maghribiyya) welatekî ereb ye û bakurê Afrîkayê ye. Perava wê li ser Okyanûsa Atlantîk e û bi rêya Dertenga Cebel Tariq digehit Deryaya Spî. Hevsiyên Marokoyê ev in: li rojhilatê Cezayir, li bakur (bi rêya Dertenga Cebel Tariq) Spanya û li başûr Sehraya Rojava (navçeya xetxetî li ser nexşeyê) û Morîtanya. Ji tevaya welatên Afrîkayê tenê Maroko endama Yekîtiya Afrîkayê nîne. Ew ne endama Rêkxistiya Konferansa Îslamî ye jî. Paytextê welatî bajarê Rabat e. Rûniştvanên Marokoyê ereb in û welatê Marokoyê bi zimanê erebî fermî ye. Diravê wê Derhemê Mexribî ye.
[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Navê welatî bi zimanê erebî el Memleket el-Mexribiye bi ramana Keyatiya Rojavayê dihêt. Di gelek zimanan da, mîna zimanên Ewrûpayî, dibêjin vî welatî Maroko. Ev nav ji navê bajarê Merakiş, paytextê kevin yê welatî, hatiye.
Dîrok[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Mexriba berberan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Ji çaxê Nûkevirî were mirov li Mexribê dijîn. Berber an wekî çelengên siyasî yên wan dibêjin amazigh ji kevin da li vî welatî jiyane.
Mexriba romanan û piştî wan[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Bi bazirganiya Finîkiyan, Mexrib hêdîhêdî bû parçeyek ji herêma Deryaya Spî ya mezin.
Sedsala Bîstemîn[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Maroko welatekê Ereb e ku heta serê sedsala 21emîn de bi awayekî xweser hebû. Lê li sala 1912ê ji layê Fransa û Îspanyayê ve hate dagir kirin.
Çavkanî[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]
Girêdanên derve[biguherîne | çavkaniyê biguherîne]