Zimanê assamî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
Assam
অসমীয়া Ôxômiya
Welatên lê tê axaftin Hindistan
Herêm Parêzgehên Assam, Arunachal Pradesh û Nagaland
Axiverên zimanê zikmakî 15 milyon (2007)
Malbata zimanî
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-1 as
ISO 639-2 asm
ISO 639-3 asm


Zimanê assamî (অসমীয়া Ôxômiya), yek ji zimanên hind û ewropî yê li herî rojhilatê ye. Ev ziman li parêzgehên Assam, Arunachal Pradesh û Nagaland ya Hindistanê tê xeberdan. Bi tevahî 15 milyon kes vê zimanê diaxivin (2007). Li parêzgeha Assam ya Hindistanê zimanê fermî ye. Li wê herêmê ev ziman, wek zimanê hevpar (lingua franca) tê bikaranîn. Herwiha li hinek cihên Arunachal Pradesh û eyaletên din ên Hindistanê yên bakur-rojhilatê jî tê xeberdan. Nagasame an jî zimanê Croele ku esasa xwe ji zimanê assamî girtiye, bi piranî li Nagaland û hinek parçeyên Assamê tê bikaranîn.