Zimanê silesî
Silesî an jî zimanê şilesî (bi silesî: ślůnsko godka, ślůnski, carina jî pů našymu) zimanê xelkê herêma Silesyaya Jorîn a Polonyayê ye. Li Çekiya û Almanyayê jî tê axavtin. Li gor mirovjimêriya Polonyayê ya sala 2011an li dor 509.000[1] kesan zimanê silesî wek zimanê xwe yê zikmakî dan zanîn. Silesî nêzîkî zimanê polonî ye, ji bo vê yekê ji layê gelek zimannasan ve wek zaravekî polonî tê hesibandin.
Alfabeya silesî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
Yek alfabeya silesî tune ye. Silesîaxêv, bi giştî, zimanê xwe bi tîpên polonî dinivîsin. Lêbelê, di sala 2006an de alfabeya silesî ya nû hate sazkirin. Ev alfabe ji deh awayên nivîsînê yên cuda cuda pêk dihêt. Bi pirranî, li ser înternetê û li Wikipediya jî tê bikaranîn.
Aa Bb Cc Ćć Čč Dd Ee Ff Gg Hh Ii Jj Kk Ll Mm Nn Ńń Oo Pp Rr Řř Ss Śś Šš Tt Uu Ůů Ww Yy Zz Źź Žž
Çend dîgraf jî hene: Ch Dz Dź Dž.
Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]
- Wikipediaya silesî
- Nûçeyên bi silesî
- Pů našymu – djalykt ślůnski kodyfikowůny Girêdana arşîvê 2008-07-14 li ser Wayback Machine
Ev gotara kurt şitlekê ye. Heke tu bixwazî berfireh bikî pê li biguhêre bike. (Çawa?) |
- ↑ Narodowy Spis Powszechny Ludności i Mieszkań 2011. Raport z wyników - Central Statistical Office of Poland