Çekya
Tu dikarî vê gotarê ji gotarên wekhev ên Wîkîpediyayên fînî û viyetnamî bi riya wergerê berfireh bikî.
Ji bo dîtina rêzikên wergerandinê pê li [nîşan bide] bike.
|
Česko | |||||
Česko | |||||
Çekya | |||||
| |||||
Gotina netewî: Pravda vítězí (bi kurdî: Heqîqet hukim derbas dike) | |||||
Sirûda netewî: Kde domov můj? | |||||
Zimanên fermî | Çekî
| ||||
Paytext | Prag | ||||
Bajarê mezin | Prag | ||||
Sîstema siyasî | |||||
- Serokdewlet - Serokwezîr |
Petr Pavel Petr Fiala | ||||
Rûerd - Giştî - Av (%) |
78.866 km2 2 | ||||
Gelhe - Giştî - Berbelavî |
10.436.560 kes 134 kes/km2 | ||||
Serxwebûn | Di 1ê kanûna paşîn a 1993an de ji Çekoslovakyayê veqetiya. | ||||
Dirav | Kronê çekyayê (CZK) | ||||
Dem | UTC+1 | ||||
Nîşana înternetê | .cz | ||||
Koda telefonê | +420 | ||||
Nexşeya Çekyayê |
Çekya (bi çekî: Česko)[1] welatekî li Ewropaya Navendî ye û ji 1ê gulana 2004 endamê Yekîtiya Ewropayê bu ye.
Çekya welatekê dorpêçdayî li nîveka parzemîna Ewropayê ye û li çi aliyekî nagehit avên azad. Hevsiyên welatî li bakur Polonya, li bakurê rojava û rojavayê Almanya, li başûr Awistiryayê û li rojhilat Slovakyayê ne. Bajarê dîrokî yê Pragê (bi çekî: Praha), paytext û mezintirîn bajarê wê ye. Bajarên di Birno (Brno) ji ber tivengên wê di nav kurdan de binavûdeng e. Gorî peşbinîyan 2.000 kurd li Çekya hene.[çavkanî hewce ye]
Welat ji du herêmên dîrokî yên cuda pêkdihêt: Bohemya û Moravya, hindek ji Sîlesya û pareka biçûk ji Nemsaya Jêr (Awistriyaya Jêrîn).
Nav
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Wezareta Karûbarên Derve ya Çekyayê li sala 1993ê navê Çekya ê wekî berdêlekê fermî ji bo navê komarê diyarkir dema navê dirêjê komarê ne pêdvî bû. Lê di zimanê îngilîzî de vî navî cihê xwe venekiriye. Malpera fermî ya komarê[2] ko ji aliyê Wezareta Karûbarên Derve ya Komara çekan dihat birêvebirin, li sala 2006ê ev nav êdî bikaraniye. Navê çekî Česko cihê gengeşê ye, lê hindekan bikardianîn.
Dîrok
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Kevnarnasan dirovên anko belgeyên akincîbûna mirovan li demên berîdûrokî li herêmê vedîtine ko heta çaxê Nû-berîn (Neolithic) diçit. Li demên Kevin, hema ji sedsala 3ê Berî Bûna Îsayî, mişextên Kelt û Boî (Boii) (binihêre Bohêmyayê) û paştir li sedsala yekê eşîrên almanî yên markomanî (Marcomanni) û Kuadî (Quadi) li wan herêman akincî bûn. Li Heyama Mişextbûnan li derdora sedsala 5ê, gelek ji eşîrên almanî ber bi rojava û başur çûn û ji Ewropaya Navîn derkevtin û gelên slavî ji derdora Deryaya Reş herêma Karpatî hatin û cihê wan girt. Ev hatin bi êrîşên gelên dî yên ko bi hovîtî ji Sîberyayê dihatin, mîna hûnan, avaran, Bulgaristan û mecaran xurttir dibû.
Li sedsala 7ê bazirganekê frankî bi navê Samoyî li dijî xûnkarên avar piştevaniya gelên slavî kir û bû desthilatdarê hikûmeta slavî ya herî pêşîn li Ewropaya Navîn. Li sedsala 8ê û li bin rêveberî ya Moravyaya Gewre desthilatdarî ya Moravyan hat damezrandin.
Hikûmeta Çekî an Bohemya li sedsala 9ê peyda bû. Şayatî ya Bohemyayê li çaxên navîn yek ji desthilatên xwecihî yên girîng bû. Ew bi dirêjahî ya hebûna Împeratoriya Romê ya Pîroz parek ji wê konfederasyonê bû.
Şerên olî û mezhebî li sedsalên 15 heta 17ê bandoreke gelek xirab li ser xelkê Bohemiyayê hêla û li dawiyê ew kevtin bin destê Habsburgê û paştir bûn parek ji Împeratoriya Awistirya-Mecaristanê.
Piştî heriftina wê imperatoriyê li piştî Şerê Cîhanî yê Yekem, li sala 1918ê komara serbixwe ya Çekoslovakyayê hat damezrandin. Komarê gelek deverên ko piranî ya akinciyên wan bi almanî, mecarî, polonî û rûtênî jî diaxivtin anîn bin desthilata xwe. Herçind e Komara Çekoslovakyayê komareke navendanî (sentralîst) jî bû, gelek ji mafên kêmanî yên neteweyî ewle kiribûn. Lê di nava wan mafan da çi mafên hebûna herêmên siyasî yên tuxûbkirî yên otonom nebûn.
Ol
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Li gelî Komara Cekyayê 29,1 % xwe xiristiyanên ne. 59% en xwe ateîst û agnostîk in.
Herêmên Çekyayê
[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]Çekya ji 13 herêman (kraj, pirhijmar kraje) û paytextek statuya wê taybet pêk tê (hlavní město *):
|