Zimanê şelhî

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimanê taşelhît hat beralîkirin)
Şelhî
Taclḥit - ⵜⴰⵛⵍⵃⵉⵜ
Welatên lê tê axaftin  Maroko
Axiverên zimanê zikmakî 7.200.000 (2016)
Malbata zimanî Zimanê amazigh
Şiklê kevn
Kodên zimanî
ISO 639-3 shi

Firehbûna zimanê şelhî (bi rengê sor)

Şelhî (bi şelhî: ⵜⴰⵛⵍⵃⵉⵜ, taclḥit) zimanekî berberî ye. Şelhî zimanê xelkê şelh e û li başûr rojavayê Fasê ji hêla zêdeyî heşt milyon kesî ve tê axivîn.[1]

Zimanê şelhî li rojavaya çiyayên Atlasa Bilind û herêmên li başûr heya çemê Draa, di nava Antî-Atlas û hewza aluvî ya çemê Sous de xeber didin. Niştecihên navenda bajarê Agadirê (nifûsa wî 400.000 kes e) û bajarên mezin ên din wek Guelmim, Taroudant, Oulad Teima, Tiznit û Ouarzazate jî şelhîaxiv in.

Çavkanî[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

  1. ^ "Tachelhit". Ethnologue (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 30 kanûna paşîn 2021.

Girêdanên derve[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]