Here naverokê

Zimannasiya teorîk

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.
(Ji Zimannasiya teoretîk hat beralîkirin)

Zimannasiya teorîk beşeke zimannasiyê ye ku bêtir têkilîdar e bi şêweyên zanîna zimannasiyê yên di pêşketinê de ne. Qadên ku bi giştî wek bingehê zimannasiya teorîk pêk dihînin, hevoksazî, dengnasî, morfolojî û semantîk in. Li gel ku bi piranî denganî bingehê dengnasiyê ye jî lê ew li zimannasiya derûnî û zimannasiya civakî nakeve zimannasiya teorîk de. Herwiha zimannasiya teorîk li şirovekirina gerdûniya zimannasî jî vedikole ku di navbera hemÛ zimanan de hevpar e.

Denganî vekolîna li dengên axivînê ye ku li ser sê xalên sereke disekine:

  • Gotinî: hilberandin an jî derxistina dengan bi rêya endam an organên axivînê yên mirovî
  • Bihîstînî : awayê ku guh bersiva îşaretên axaftinê dide û bê çawa mejiyê mirovî wan analîz dike.
  • : saloxet an taybetmendiyên fîzîkî yên dengên axaftinê wek reng, bilindî an xurtî, berfirehî, lerelerê û hwd vedikole

Li gorî vê pênasînê, denganî dikare wek analîza zimannasî ya dengên mirovî jî were binavkirin.

Ev jî cudahiyeke berbiçav ya denganiyê ji dengnasiyê ye ku bêtir li ser rêzkirin û pêkhateyên dengên zimanî di zimanên suriştî de û herwiha li ser surişta razber û teorîk ya dengan jî disekine. Yek mînak dikare vê meseleyê zelal bike: Di ingilîzî de paşgira -s dikare wek  /s/, /z/ yan jî dikare bêdeng (Ø tê nivîsîn) bê nîşandan, ew jî li gorî tekstê ye.
Raberkirina vekîtî : S, s
Taybetmendiyên denganî:
  Raberkirina denganî: [s], [s], Ø
  Veguhestin bi rêya guhî: lerelereke bilind li gel dengê hisîniyê..
  Taybetmendiyên bihînsî:
    Lereler: 8000 – 11000 Hz
    Reng: Wek dengê sisîniya marî ye.
Saloxetên dengansî :
  Peydabûn : destpêk, nav û dawiya peyvê
  Bi dengdar û dengdêran re tê.
  Guherîna wateya peyvê bi tekstê ve girêdayî ye: s''nizim g''nizim

Denganiya gotinî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Beşê denganiya gotinî binebeşekî denganiyê ye. Di vekolîna li dengjenînê de. denganînas hewl didin bizanin bê çawa dengên (dengdêr û dengdar) axaftinê derdikevin. Denganînas li pêkhateyên cuda yên buhirka dengî dikolin ta ku bizanin ka çawa beşdarî derxistina dengan dibin û ew jî(ziman, lêv, çene, pidû, diran û hwd) ku bi hev re dixebitin bo dengî derxînin.

Denganiya bihîstînî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Dengnasiya bihîstînî beşeke denganiyê ye ku bi bihîstin, stendin û têgihiştina dengên denganî yên peyvên zimanî ve mijûl dibe. Wek çawa denganiya gotinî bi metodên derxistina dengan ve mijûl dibe, denganiya bihîstînî jî bi metodên stendin an veguhestina guh bo mejiyê û wê pêvajoyê ve mijÛl dibe.

Denganiya veguhestinî

[biguhêre | çavkaniyê biguhêre]

Denganiya veguhestinî beşeke denganiyê ye ku şêweya veguhestina dengî ve mijÛl dibe. Denganiya veguhestînî li taybetmendiyên wek berfirehiya pêlên dengî, dema wan û lerelera wan ya bingehîn û taybetmendiyên wê lereler û têkiliya wan taybetmendiyan bi beşên din yên denganiyê (bihîstînî û gotinî) ve vedikole û herwiha li konseptên zimannasî yên razber wek fon, komepeyv û gotinan jî vedikole.

Dengnasî (carinan wek fonemîk yan fonematîk jî tê binavkirin)  vekolîna li awayê bikarhanîna dengan di zimanan de bo gihiştina wateyê ye. Dengnasî mijarên wek kirpandin û ton jî dihewîne.