Ziyareta Emer Axa

Ji Wîkîpediya, ensîklopediya azad.

Ziyaret bi naveke din Ziyareta Emer Axa li bakurê Kurdistanê gundekî navçeya Amedê ya Erxenî yê. Li başurê rojhilatê Erxeniyê û 13 km. ji navçeyê dûr e.

Di serê Çiyayê Belaxur di hêla bakur gund hatiye avakirin. Rûniştvanên gunda Ziyaretê bi çandina tene û bi xwedî kirina bizin û mî debara xwe pêk tînin.